Sêşem, 9 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    82 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, nabe ku weke amûrekê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan banga beşdarbûna Mîtîngên Azadiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut piştî 30 salan hat berdan: Baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang li KE’yê kir 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê teqez qanûn bê derxistin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Beriya Meclîs bikeve betlaneyê divê teqez qanûn bê derxistin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mijara pêvajoyê de got, "Em di kêliya biryardanê de ne" û destnîşan kir ku divê rol û asta Rêber Apo teqez bê pênasekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li dijî êrişên li ser Elewiyên li Sûriyeyê li Ewropayê çalakî tên lidarxistin û wê serdana Neteweyên Yekbûyî were kirin û got, ew weke DEM Partî piştgiriya xebatên li dijî êrişên ser welatiyên Elewî dikin.

Tulay Hatîmogullari xwest êrişên li ser welatiyên Elewî bên rawestandin û daxwazên Elewiyan wiha anî ziman: “Divê êrişên li ser Elewiyan rawest e. Divê Neteweyên Yekbûyî û qada navneteweyî bikeve nava hewldanê. Her wiha Tirkiye û Şam di nava danûstandinan de ne. Divê Tirkiye ji Şamê bixwaze ku ev êriş bên rawestandin. Em bang li qada navneteweyî dikin ku xwedî li Elewiyan derbikevin. Elewî êdî naxwazin li vê erdnîgariyê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser biryara betalkirina mafê nafakayê û wiha got: “Ev biryar encama daxuyaniyên nêzî desthilatê yên li dijî nafakayê û provakasyonên li dijî nafakayê hatiye girtin. Ev dijminatiya li dijî jinan e. Di serdemeke ku xîzaniya jinan zêde dibe û kuştinên jinan zêdetir dibe de desteserkirina mafê nafakayê nayê qebûlkirin. Di heman demê de êrişa li dijî destketiyên jinan e. Niha jî bi pakêta darazê ya 12emîn mafê zarokan binpê dikin û newekheviya zayendî jî kûrtir dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin; destkêftiyên jinan nabin mijara bazariyê û em dev ji destkêftiyên xwe bernadin. Bi şiara Jin jiyan azadî em ê têkoşîna jiyanê mezintir bikin.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Hinek sermayeya xwe mezin dikin û welatî jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her roj zêdetirî 26 hezar dosyeyên îcrayê diçin saziyên berpirsyar. Ev reqamên xîzaniya welatiyan e û birçîbûnê ye. Tirkiye di enflasyona tiştên xwarinê de di hejmarên yekemîn de ye. Tirkiye ku welatekî çandiniyê ye cotkar deyndar in û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Em li vir dipirsin; welatiyên bi çandiniyê debara xwe dikin dê çi bikin? Rewşeke xirab heye. Lê em li dijî vê rewşê serê xwe nakin ber xwe. Em ê li ber xwe bidin. Em ê rêxistina xwe mezin bikin û bi berxwedanê em ê mafên xwe bidestbixîn. Weke mînak Karkerên Madenê bi berxwedanê mafên xwe bidestxistin.”

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza hiqûq û demokrasiyê jî kûrtir dibe û ev yek anî ziman: “Îro biryara ‘Bêhukmiya Teqez’ a li ser CHP’ê di heman demê de dîzaynkirina siyasetê ye. Dixwazin desthilata xwe xurttir bikin û ji bo qada demokrasiyê xetereyan derxînin. Divê hemû partî bi vîna xwe rêveberiya xwe diyar bike, ne bi destê darazê. Li dijî sepanên demokratîk em bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin dikin ku têkoşîna hevpar xurttir bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî anî ziman ku çarçoveya qanûnî misogeriya pêvajoyê ye û wiha got: “Neavêtina gavan baweriya aliyan qels dike. Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî, nabe ku bi van hesabên erzan sînordar bikin. Ev pêvajo dîrokî û civakî ye. Ji bo wê jî divê ev çarçoveya qanûnî bi awayekî ku hemû civakê bigire nav xwe pêk were. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tengkirina maf û demokrasiyê lê berovajî wê pêdivî bi qanûnên demokrasiyê heye.”

Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku divê beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûnên pêwîst bên çêkirin û ev nirxandin kir: “Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan nexşereyeke nû danîbû. Heyeta me jî bi AKP’ê re hevdîtinek kir û xwest çarçoveya qanûnî demildest bê amadekirin. Divê heta Meclîs nehatiye girtin ev qanûn bên çêkirin. Divê çarçoveya qanûnî zemîna demokrasiyê ava bike û zemîna biratî û aştiyê xurt bike. Ev qanûn divê encamên hiqûqî bi xwe re bîne. Piştî çarçoveya qanûn ji bo avakirina pêvajoyê mekanîzmayên pêvajoyê misoger bikin bê amadekirin. Gava sêyemîn jî divê teqez rol û mîsyona birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û şertên wî bên guhertin û başkirin. Ji bo vê jî berpirsyarî ya desthilatê ye. Ji ber ku ji bo ev qanûn bê çêkirin divê desthilat erê bike. Divê desthilat berpirsyarî bigire ser milê xwe û pêvajoya çêkirina qanûnan bide destpêkirin. Her ku pêvajo tê dirêjkirin pirsgirêk jî mezintir dibin. Me tu car dev jî aştiyê berneda. Divê em bêtir xwedî li aştiyê derbikevin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Eger em hemû beşên civakê dengekî hevpar ji bo aştiyê derxînin dikarin gavan bi desthilatê bidin avêtin. Em ê teqez dîroka aştiyê binivisînin. Teqez aştî wê bi ser bikeve. Em ê aştiyê bînin. Em soz didin ku ji bo vê em ê tu carî bi paş ve gav neavêjin.”
 
Tulay Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk a ku dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin û got: “Ji aliyê rewşênbîr, nivîskar û kesayetan ve ev konferans tê lidarxistin. Em ji bo aştî û demokrasî xurttir bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Zanyarên Belçîkî ji bo penceşêra pankreasê vedîtinek ku hêvî dide kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî dixwazin vegerin warên xwe

Penaberên Reqayê yên ji Lubnanê hatine gotin, “Em êdî vegerîn ser axa xwe. Welatê me…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên ku 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Gerîlayên Azadiyê îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di dema nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di nava rojekê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Du rojnanemevan hatin berdan, ceza li yekî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo bang li Konseya Ewropayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, nabe ku weke amûrekê bê bikaranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?