Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zîlan sembola fedaîtî û meşa ber bi azadiyê ve ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku pêkanînên qeyûman li dijî pêvajoya civaka aştî û demokratîk in û got, “Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoglûllari, ji bo rewşa girtiyên siyasî li pêşiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê daxuyanî hat dayîn. Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re, Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku di rojên borî de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û girtiyên din ên li girtîgehê ziyaret kirin. Piştî ziyaretê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide girtîgehan” hatin hildan.

Tulay Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û da zanîn ku tevî pêvajoyê jî gelek siyasetmedar di girtîgehan de ne. Tulay Hatîmogûllari rewşa Mehmet Siddik Akiş û girtiyên din ên ku ziyaret kirine ragihand û got: “Cezayê li hevşaredarê me Akiş hatiye birîn nayê qebûlkirin. Sedema girtina Akiş a 60 roj piştî hilbijartinan diyar e. Colemêrg bajarekî sînor e. Dewletê di pêvajoya hilbijartinê de weke ku seferberî ragihandibe, Enqere biribû Colemêrgê. Lê tevî vê yekê vîna gel pêk hat. Dewletê tenê 60 roj li ber vê yekê ragirt.”

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di demekê de ku hevdîtinên bi Rêber Apo re berdewam dikin, dayîna biryarek wiha di 30’ê Nîsanê de nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ev biryar, biryarên sabotekirina pêvajoyê ne. Hêviyên civakê di vê mijarê de pir mezin in. Lê hinek kes çi dikin; ji dosyayeke ku berê hatibû xerakirin, 19 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê ku qeyim tayînî şûna wî kirine, dibirin. Hincetên wan ne hiqûqî ne. Hincetên di dosyayê de xebatên partiya siyasî ne. Bêguman em ê siyasetê bikin. Ger em siyasetê nekin, em çima erkê digirin ser xwe? Ji ber van xebatên siyasî gelek mirov girtî ne. Colemêrg bi taybetî wek hedef hatiye hilbijartin û sedema vê jî sînorbûn û birêxistinkirina bajêr e.”

Tulay Hatîmogûllari, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ew rîzaya ku nekarin ji gel bigirin, dixwazin bi qeyiman bi dest bixin. Binêrin, nêzî mehekê rêya Wan û Colemêrgê girtî ma. Colemêrgiyan nekarîn nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê. Waliyê qeyim û rayedaran ji bo çêkirina wê rêyê hewildanek jî nîşan nedan. Belê, qeyim danîn ser şaredariyên me yên din jî. Îro em li Wanê ne. Li vir 14 bi 14 hatibû kirin. Di pêvajoya mazbatayê de ji hevşaredarê me re astengî derxistin, piştre jî qeyûm danîn. Hevserokên me yên şaredariyê yên bijartî vîna gelê me ne. Hûn nikarin bi qeyûman ti hevkêşeyekê biguherînin. Yên ku vê serkeftinê qebûl nakin, kesên tayînkirî tînin ser şûna kesên bijartî. Binyada demokrasiyê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê ye. Anîna kesên tayînkirî li şûna yên bijartî, nîşaneya otorîterbûnê ye. Divê qeyûm werin vekişandin. Di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de gava herî girîng betalkirina qeyiman û vegerandina kesên bijartî ye. Ev daxwaz ne tenê ji bo DEM Partiyê ye, di heman demê de ji bo şaredarên CHP’î yên ku îro li Silivriyê tên girtin e jî. Ev parastina mafê hilbijêran e jî.”

Tulay Hatîmogûllari, herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û wiha got: “Ji bo hemû hevalên me yên hundir, bi taybetî ji bo Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, em careke din soz didin; heta ku hûn azad bibin dê ev têkoşîn berdewam bike. Heta ku aştiyeke mayînde bê ser van axan û hiqûq û edalet bi wateya xwe ya rastî pêk neyê, têkoşîna me dê berdewam bike.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hevşaredarê berê yê Silopiyayê Aydemîr 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Li Hevşaredarê berê yê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr bi îdîaya "endamê rêxistinê” 6 sal û 3…

Ji aliyê Stêrk TV

PDK hilbijartinê taloq bike jî dawiya wê têkçûn e !

Her çiqas fên û fûtên PDK’ê hebin jî, çiqas dek û dolaban bizivirîne jî êdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê bi gel re civiya

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê bi gel re civiya. Hevberdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?