Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaredariyên Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Elyas bal kişand ser keda pîroz a çîna karker û diyar kir ku karker avakarên şaristaniyê û stûna bingehîn a geşepêdana civakan in. Hevserokê Şaredariyan di daxuyaniyê de pîrozbahiyên germ pêşkêşî hemû karkeran kir, bi taybetî karkerên di qadên hilberînê, tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê de dixebitin û anî ziman ku her destê bi xwêdan û vîna xwe li ber zehmetiyan radibe, kevirê bingehîn ê avakirina welat e.
Xwedêda Elyas di berdewamiya daxuyaniyê de bang kir ku divê mafên karkeran di warê pîşeyî û darayî de werin parastin û jîngeheke kar a dadperwer û ewle ku rûmeta karkeran diparêze, were dabînkirin. Her wiha tekezî li ser rola hêza ciwanan di nûjenkirina welat de kir.
Her wisa piştî daxuyaniyê Cîgira Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Besê Evêsta jî bi peyamek kurt cejna karker û kedkarên cîhanê li Gerîla, Şervanên YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê pîroz kir.
Daxuyaniya Şaredariyên Şengalê bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê’’ bi dawî bû.

