Li Wanê ku xwedî bedewiyeke dîrokî û xwezayî ye, her navçe xwedî ruhekî cuda ye. Navçeya Şaxê jî ku weke ‘warê gwuzan’ tê naskirin, hem bi hewa xwe ya hênik hem jî bi bedewiya xwe ya xwezayî her havînê bi hezaran mirovî dihewîne. Sûlava Kanîspî jî ku ava wê ji çiyê diherike yek ji bedewiyên wê ye.
Ava sûlavê ya ji nava du çiyayan diherike, meha Nîsanê diherike, meha Îlonê jî ziwa dibe. Ava sûlavê ji berfa helandî ye. Her sal gelek tûrîstên navxweyî û biyanî serdana sûlavê dikin.

