Welatiyên ku dixwazin projeya Zenkar-1 bê rawestandin, nobeta ku ji bo parastina erdê xwe dane destpêkirin berdewam dike.
Di çalakiyên ku jin pêşengiya wan dikin de dirûşmên wekî “Destên ku dirêjî Arzoxliyê dibin wê bên şikandin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Maf, hiqûq û edalet” hatin berzkirin.
Şêniyên taxê diyar kirin ku ew ê ji bo parastina axa xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û xwestin ku hemû xebatên têkildarî projeya Zenkar-1 bên rawestandin.

