Dosyaya xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku li Dêrsimê di Çileya 2020’an de bi şêweyekî gumanbar winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, piştî 6 salan ji nû ve hat vekirin. Dosyaya ku ji refê hat daxistin gelek rastiyên li ser bûyerê derxistin holê; Parêzgerê berê yê Dêrsimê Tuncel Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, serbijîşkê nexweşxaneyê yê wê demê û polîsekî îxraçkirî jî di nav de, 11 kes bi tohmeta qetilkirina Gulîstanê û tunekirina delîlan hatin girtin. Bi vê lêpirsînê re, di saziyên dewletê yên li bajêr de gelek sûc û sûcdar derketin holê, lê vekirina ji nişka ve ya dosyaya her kes xist nav gumanan. Raya giştî pirsiyar kir ku çima 6 salan hat veşartin? û bal kişand ser şerê hêzê yê di nav desthilatê de.
LI HERÊMÊ BÛYERÊN TÊN JİYÎN BI TÊKILIYÊN CIVAKÎ Û KESANE NAYÊN RAVEKIRIN
Koordînatorê SAMER’ê Yuksel Genç destnîşan kir ku sedem û bandora van sûcên ku bi taybetî li Kurdistanê tên kirin, ji salên 2000’î ve berdewam dike û bal kişand ku mînakên wekî Îpek Er û Gulîstan Doku ne bûyerên yekane ne, lê encama polîtîkayekê ne. Genç bal kişand ser şerê nav dewletê û hevsengiyên hêzê û derbarê piştî 6 salan vekirina dosyaya de wiha got: “Ev rewş, bi hewcedariya tasfiyekirina hin navendan û ji nû ve avakirina hevsengiyên hêzê ve girêdayî ye. Yuksel Genç, têkildarî tundiya li ser jinê, tacîz, tecawiz û bûyerên xwe kuştinê yên li bajarên herêmê nirxandin kir û diyar kir ku ev bûyer tenê bi têkiliyên kesane an civakî nayên ravekirin, divê di heman demê de ligel polîtîkayên mekanîzmayên dewletê yên li ser herêmê werin girtin. “
Genç diyar kir ku bi taybetî dosyaya Îpek Er ji bo vê yekê sînorekî girîng bû û got ku heke bûyerên wê demê rast bihatana analîzkirin, rê li ber gelek bûyerên din dihat girtin û wiha berdewam kir: “Bi rastî me bi meseleya Îpek Er re dît ku li bajarên herêmê, li bajarên Kurdan tundiya li ser jinê, tacîz, tecawiz û xwe kuştin ne wekî encama tundiya baviksalarî û têkiliyên neyeksan derdikevin holê. Ev rewş bi têkilî û polîtîkayên mekanîzmayên dewletê yên li ser civaka herêmê ve girêdayî ye. Hêza ku ji Musa Orhan re digot ‘Tiştek bi min nayê’, polîtîkaya ku digot ‘Tiştek bi min nayê’ bixwe ye û heman hêz e ku bûye sedem dosyaya Gulîstan Doku li Dêrsimê bigihîje vê astê. “
HÊZA KU JI MUSA ORHAN Û WALIYÊ RE DIGOT ‘TIŞTEK BI MÎN NAYÊ’ HEMAN E
Genç diyar kir ku heman hêz di ser aktorên cuda re tê hilberandin û got: “Hêza ku duh ji Musa Orhan re digot ‘Tiştek bi min nayê’, duh ji waliyê re jî got ‘Ez waliyê dewletê me’. Ev gotin nîşaneya zimanekî ye ku di navbera sûc û dewletê de girêdanekê çêdike û xwe di ser vê girêdanê re diparêze. Ev ziman li herêmê zemîna tundiya li ser jinê, yozkirina ciwanan, faliyetên narkotîkê, çetebûn û xizankirinê amade dike. “
Yuksel Genç bi bîr xist ku bi dosyayên Narin Guran û Rojin Kabaiş re diyar bû ku ev bûyer ne mûnferît in û ev tişt gotin: “Em dosyaya Gulîstan Doku, Îpek Er û heta Narin Guran û Rojin Kabaiş ne wekî encamên têkiliyên malbatî, feodal an serserî yên rojane, lê wekî nîşaneyên hêza mekanîzmayên bi dewletê re têkildar ên ku di bin zirxê bêcezabûnê de her tiştî dikin, dixwînin. Ez difikirim ku divê hemû ev doz wekî encama polîtîkayên qelskirina civakê, ango ‘rizandina civakê’ werin dîtin. “
‘TÊKILIYÊN HÊZA NAV DEWLETÊ DOSYA DERXIST HOLÊ’
Genç qala di rojevê de mana dosyaya Gulîstan Doku ya bi salan kir û bal kişand ser israra malbatê û piştgiriya rêxistinên jinan. Lê ligel vê, diyar kir ku faktora bingehîn a derketina dozê, guherîna di nav têkiliyên hêza dewletê de ye û wiha got: “Dibe ku mesaiya dozgera jin a wekî ‘Dozger Eda’ li Dêrsimê girîng be, lê bi dîtina min di dosyaya Gulîstan Doku de fakterê sereke, hewcedariya guherîna hêzê ya nav dewletê, xilasiya ji hin baran û paqijkirina hin odakên ku di meşîna mekanîzmaya dewletê de asteng in, e. “
Genç ev rewş di çarçoveyek firehtir de nirxand û wiha got: “Yani heke malbat, dozger û rêxistinên jinan israr nekira dê wisa biba? Dibe ku nebûya. Dema guherîna têkiliyên hêzê hatibe, dibe ku tiştên cuda jî çêbibin; lê bi dîtina min esil mesele ew e ku di dema avakirina nû ya hêzê de, hewcedariya avêtin û paqijkirina hin aparat û amûrên ku barê paşerojê ne, heye. “
YÊN TÊN JÎYÎN NE MÛNFERÎT IN
Genç diyar kir ku ev pêvajo dişibe serdema Susurlukê û wiha pê de çû: “Tam di vê xalê de, divê em bîr bînin ku bûyera Gulîstan Doku ji nîqaşên Susurlukê yên dawiya salên 90’î ne cudatir e. Doza Susurlukê hemû têkiliyên qirêj ên JÎTEM û pêkhateyên paramîlîter ên di nav wesayeta leşkerî de, û wekî ku Demirel digot odakên hêzê yên ‘derketine derveyî rûtînê’ nîşanî me da. Di vê çarçoveyê de hem Susurluk hem jî Gulîstan Doku du serên qirêj ên polîtîkayên dewletê yên li ser politîzebûna Kurdan in; lê di heman demê de du destpêkên girîng in ji bo paqijbûna ji qirêjiyê an guherandina têkiliyên hêzê. “
Genç careke din got ku ev doz ne mûnferît in: “Bêguman ne dosyaya Gulîstan Doku, ne Rojin Kabaiş, ne Narin û ne jî Îpek Er dozên takekesî ne. Mixabin ev hemû encam û carna jî armancên polîtîk in. “
EM BI DESTÊ TARÎ YÊ SALÊN 2000’Î RE DÎSA RÛ BI RÛ NE
Genç diyar kir ku îro tabloyek wekhev heye û got: “Em di meseleya Gulîstan de bi wan kesên ku karên qirêj û tarî dikin re rû bi rû ne, her çend bi destên cuda yên ji salên 2000’î bin jî.”
Genç bal kişand ku pêdivî bi pêvajoyeke rastîn a destên paqij heye û divê dewlet bi pêkhateyên xwe yên qirêj re rû bi rû bibe û wiha berdewam kir: “Ji bo ku vê carê bibe operasyona destên paqij a rastîn, divê hemû yên di nav sîstema dewletê de karên tarî dikin werin rakirin û ji bo rêgirtina li hilberîna tariyê, mekanîzmaya dewletê gavên avaniyê û wêrek biavêje. “
HEKE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI SER NEKEVE TÊKILIYÊN QIRÊJ JI HOLÊ RANABIN
Herî dawî Genç bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku ev fersendek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya çareseriyê ya em tê de ne fersendek e. Di salên 2000’î de jî em di pêvajoyek wisa de bûn, lê dema wekî vaca çareseriyê nehat bikaranîn û şer dîsa xurt bû, dewletê li şûna seriyên paqijkirî, yên nû û qirêjtir afirandin. Heke îro pêvajoya çareseriyê bi dawî nebe û dîsa polîtîkayên ewlehiyê bibin esas, ne gengaz e ku ev têkiliyên qirêj û tarî biqedin. Ezmûn vê yekê nîşanî me didin.”

