Qirkirina 1915’an ku komkujiya destpêkê ya sedsala 20’an bû û bi destê Osmaniyan hate kirin, di hiş û bîra Ermenan de nayê jibîrkirin. Bi taybetî trajediya jinên Ermen a ji ber komkujiyê di gelek çîrok, dengbêjî û lorîkan de zindî ye.
Vegotinên jinên Ermen ên li ser bûyerên 1915’an an jî Qirkirina Ermenan, gelek caran bi rengê çîrokan e. Çîrokên ji bîranînan, ji çîrokên malbatî, şahidî û lorikan pêk tên û bi êş û têkoşînê dagirtî ne.
Jinên ku ji bo nekevin destê efserên Osmanî jehr vexwarin, bi zarokên xwe, xwe şewitandin tenê çend ji van vegotinan e.
Yek ji şahidên Qirkirina Ermenan Zabel Yesayan e, ku bi têkoşîn û wêjeya xwe rastiya qirkirinê gihandiye vê serdemê. Zabel Yesayan yekane rewşenbîr a jin e, ku di lîsteya sirgûnkirinê de bû. Bi cilên jineke Osmanî ya Misilman ji bo xwe xilas bike berê xwe dide Bûlgaristanê.
Jin a Ermen Zabel Yesayan di 4’ê Sibata 1878’an de li Uskudarê ji dayik bû. Li dibistana seretayî ya Uskudar Surp Haç Tibrevank dest bi perwerdeya xwe kir. Ji Beşa Wêje û Felsefeyê ya Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê mezûn bû.
Zabel Yesayan li Zanîngeha Sorbonne û Collage de France beşdarî dersên wêje û felsefeyê bû. Bi vî awayî bû yek ji jinên Ermenî yên pêşîn ku beşdarî zanîngehê bû. Di wêje u xwendinê de bavê wê gelek rê û rêbaz nîşan da ku bûyerên bi serê gelê Ermen ve hatiye zanibe û bi wêjeyê ragihîne.
Zabel Yesayan bi bandora tevgera romantîk a Fransî û perspektîfa wêjeya Ermenî, dest bi kariyerek nivîskariyê ya berhemdar kir. Di sala 1895 an de, wê helbestên xwe yên yekem, “Strana Şevê” û “Tsagik” (Kulîlk), di kovara Arshak Chobanyan de weşand.
Ji bilî nivîsandina çîrokên kurt, gotarên wêjeyî û gotaran ji bo kovarên wekî Mercure de France, Massis, Anahit û Arevelian Mamoul (Çapa Rojhilat), wê ji Fransî û Ermenî jî berhem wergerandin.
Çîrokên kurt bi, Anetski (Lanet; 1911), Safieh (1911) “Nor Harsi (buka nu; Konstantinopolis 1911), romana bi navê Averagneru Meç nivîsand.
Zabel Yesayan di nivîsên xwe de rola jinan di civakê de û neheqiyên ku ew pê re rû bu rû ma nirxand. Di roman û nivîsên xwe de, wê tercîh kir ku êş û azarên jin û mêrên ji çînên jêrîn nîşan bide.
Zabel Yesayan ne tenê nivîskarî kr. Ji bo ji gelê xwe re xizmetê bike kar kir û li dijî neheqiyên li Ermenan dihate kirin têkoşiya. Zabel Yesayan bawer dikin ku ji bo azadiya jinan divê pergal bi temamî bê guhertin û wê ev tevger bi giranî di jiyana xwe de da destpêkirin.
Piştî sirgûnkirinê, heta dawiya sala 1918’an, ji bo alîkariya penaber û sêwiyan li Rojhilata Navîn xebitî. Di vê heyamê de, dest bi nivîsandina romanên nû yên wekî Verçin Pacagi (Qasa Dawî) û Hokis Aksoryal (Ruhê Min ê Sirgûnkirî; 1919) kir, ku li ser gelek neheqiyên li ser gelê Ermen hatine kirin têkoşiya.
Di sala 1933’an de li Ermenistan a Sowyetê bi cih bû û beşdarî yekemîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên Sowyetê bû ku li Moskowê hate lidarxistin. Perwerdeya wêjeya Ermenî bi zimanên Ermenî û Fransî da.
Di sala 1933’an de li ser vexwendina hikûmeta Ermenistanê berê xwe da Êrîvanê. Li Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê dersa wêjeyê da. Di sala 1937’an de, di dema Stalîn de hate girtin û sirgûnî Sîbîryayê hate kirin.
Zabel Yesayan rastiya civaka xwe ya Ermen a ku komkujî û qirkirin lê hate kirin, bi romanê vegot û kir ku bigihêje vê serdemê. Di sala 1943’an de çû ser dilovaniya xwe, lê derbarê dilovaniya wê de ya rastîn nayê zanîn.

