Êrişên çekdarî yên rojên dawî li pey hev li dibistanan hatin kirin, li nava raya giştî bû sedema nîqaş û fikarên giran. Li navçeya Sêwereg a Rihayê di êrişê de 16 kes birîndar bûn, li Mereşê jî di êrişa li dibistanekê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Civaknas Ezgî Sila Demîr bûyerên tundiyê yên li dibistanan zêde bûne ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku nabe mijar weke bûyerên şexsî bêne dîtin û işaret bi çarçoveyeke civakî ya berfireh kir.
‘RABIRDÛYEKE DIRÊJ DI BINGEHA ÊRIŞÊ DE HEYE’
Ezgî Sila Demîr diyar kir ku êriş “derketina ji rê ya şexsî” nîne û got, “Eger pirsgirêk bi vî rengî bê pênasekirin wê bê wateya jinedîtîhatinê ve. Ji ber ku dema zarokek li korîdora dibistanê radihêje çekê û guleyan direşîne, ev yek hêrsa wê kêliyê bi tenê nîne. Di wî tilî de hestên bi salan ên tepisandî, dengên nebihîstî û zarokatiya nedîtî heye.”
Ezgî Sila Demîr destnîşan kir ku ew ne tenê kêliyekê, lê belê encama rabirdûyeke dirêj dibînin û got, “Tundî şexsî nîne, bi rengekî civakî hatiye afirandin. Tundî ne teqîneke ji nişka ve ye; mîrateyeke ku ji nifşan derbasî nifşên nû dibe û em encamên vê mîrateyê êdî di destê zarokên xwe de dibînin.”
‘MEKANÎZMAYÊN PARASTINÊ LAWAZ BÛN’
Ezgî Sila Demîr anî ziman ku avaniyên civakî yên ku zarokan diparêzin lawaz bûne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, ” Ev bûyer vê yekê bi şênberî ji me re dibêje; mertalên parastinê yên civakê bi rengekî cidî lawaz bûne. Qadên ewle yên ku divê malbat, dibistan, derdora civakî û saziyên cemaweriyê ava bikin, êdî ji bo zarokan bi têrkerî parastî nîne. Zarok di nava vê valahiyê de ji bo xweîfadekirinê li rê û rêbazên cuda digerin. û mixabin tundî jî rêya sereke ye. Ji ber ku tundî êdî ne tenê encamek e; di heman demê de bûye şêweyekî nêzîkatiyê ku tê hînkirin û dewrkirin.
Zarokên mêr hîn biçûkanî di nava hin qaliban têne bicihkirin. Girî weke lawaziyê tê hînkirin, hêrs weke yekane şêweyê îfadekirinê ya rewa tê nîşandan. Ev yek şêweyekî civakî yê ji gelek pirsgirêkan e. Ji ber ku zarokekî ku nikaribe hestên xwe îfade bike, piştî kêliyekê bi çalakiyê, bi giranî jî bi tundiyê xwe îfade dike.”
‘YA KU EM DIBÎNIN TENÊ ALIYÊ LI BER ÇAVAN Ê ÇIYAYÊ JI QEŞAYÊ YE’
Ezgî Sila Demîr êrişên têne kirin bi metafora “çiyayê qeşayê” yê civaknas Johan Galtung vegot û got, “Em niha aliyê li ser avê yê çiyayê ji qeşayê dibînin. Yanî em tundiya fîzîkî, êrişê, wê kêliya kişandina tetîkê dibînin. Lê belê aliyê mezin di binê avê de ye. Ew aliyê çiyê jî ji tundiya çandî, tundiya avanî pêk tê. Zexta krîza aboriyê li têkiliyên nava malbatê, xemsariya li pêşberî pêşveçûna hestewarî ya zarokan a li nava sîstema perwerdeyê, asayîbûna tundiyê li nava zimanê rojane û hilberîna tundiyê li nava medya û qada dîjîtal… Ev hemû wî çiyayê ji qeşayê mezin dikin. Zarok ji bilî vê yekê li nava atmosfereke cuda mezin nabe; di nava vê atmosferê de mezin dibe û zimanê wê atmosferê jinûve hildiberîne.”
‘ZAROK HEM KIRYAR HEM JÎ MEXDÛR E’
Ezgî Sila Demîr ragihand ku di salên dawî de zarok hem kiryar hem jî mexdûrê tundiyê ne û got, “Ev rewş gelekî balkêş e. Ji ber ku ev tundî timî xwe dubare dike. Tundî li zarok tê kirin, wê dipejirîne û piştî demekê ew dibe aktorê afirandina tundiyê. Heta ku ev dubarebûn neşikê, wê bûyerên bi heman rengî rû bidin.”
‘PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKEKE CEMAWERIYÊ YE’
Civaknas Ezgî Sila Demîr destnîşan kir ku nabe tundî tenê weke pirsgirêka malbatan bê dîtin, işaret bi qadeke berpirsyariyê ya hîn berfireh kir û got, “Bêguman malbat girîng e, lê belê diyarker nîne. Em dibînin ku hiqûq çawa tê bicihanîn, medya zimanekî çawa bi kar tîne, siyaset çawa diaxive û qada cemaweriyê çawa tê birêvebirin. Ev hemû bandorê li cîhana zarokan dike. Lewma di vir de berpirsyariyeke piralî heye û berpirsyariya herî girîng jî ya otorîteya cemaweriyê ye.”
Ezgî Sila Demîr diyar kir ku ji ber van sedeman hemûyan divê mesele ne tenê weke pirsgirêka ewlekariyê bê dîtin, weke meseleyeke rûbirûbûna civakî bê nirxandin.

