Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek weşand û bal kişand ser dîrokîbûna vê demê ku aştî û çareseriya demokratîk lê tê nîqaşkirin.
DEM Partiyê destnîşan kir ku bêdengkirina dengê siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan nayê qebûlkirin û got, “Em careke din li bîra desthilatdariyê dixin: Eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rengê ku ji aliyekî ve qala aştiyê bike lê li aliyê din qada demokratîk teng bike bê meşandin, ev yek wê li nava civakê nebe cihê baweriyê.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Zimanê aştiyê û pratîka zextê li gel hev nabe Rêya ber bi Tirkiyeyeke aram û aştiyê ya ji bo 86 milyon mirovî ji hiqûqê, demokrasiyê û azadiyê derbas dibe.”

