Çalakiyên şênî û xwendekaran li herêma Cizîrê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û di hefteyekê de dayîna tenê 3 dersên zimanê Kurdî, didomin.
Di çalakiyan de gel û xwendekar daxwaz dikin ku bi zimanê dayikê perwerde were dayîn, Kurdî di müfredata derse de bibe zimanekî giştî û esas û Kurdî tam were naskirin.
LI TIL TEMIRÊ DAXWAZA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Li bajarê Til Temirê endamên Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û tevgera jinan ji bo zimanê Kurdî çalakî li dar xist û daxwaz kir xwendekar bi zimanê Kurdî xwendina xwe berdewam bikin.
Meclisa bajarê Til Temirê li pêşiya çerxerêya şaredariyê daxuyanî da û ji aliyê mamoste Hêvîdar Mihemed Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin mafên ziman û perwerdeyê ne pirsgirêkên ku werin talokirin, pêkhateya Kurd yek ji pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne û divê garantiya mafên wan ên çandî, neteweyî û siyasî were dayîn.
Her wiha Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Temirê jî daxuyanî da, Rêveberiya Navenda Çand û Huner Nesrîn Selah bi zimanê erebî xwend û mamoste Rodî Oso jî bi Kurdî xwend.
‘ZIMANÊ ME NASNAMEYA ME YE’
Çalakî û xwepêşandan ji bo zimanê Kurdî didomin, di vê çarçoveyê de Yekitiya Xwendekaran bi dirûşma ‘Ziman nasnameya me ye-li gorî qanûnên navneteweyî perwerdeya bi zimanê dayîkê ji mafê me ye’ xwepêşandan organîze kir.
Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir, di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin “Xwedê ez Kurd anîm dunyayê û ji mafê mine ez bi zimanê xwe baxivim”, “Ez bi Kurdî dijîm”, “Ez dixwazim bi zimanê xwe bixwînim”, “Nirxê insan di zimanê wan de ye” û “Heyanî Kurd bi zimanê xwe ne axivin û ne nivisîn, azadiya wan nayê parastin” hatin hildan.
KONGRA STAR: BÊ ZIMAN JIYAN NABE
Kongra Star jî li Hesekê daxuyanî da û di daxuyaniyê de geşedanên dawî yên li herêmê, biryara li ser Kurdî hatî dayîn, qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyerên li Kobanê nirxand.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK: ZIMAN PIRA PÊŞEROJÊ YE
Kongra Îslama Demokratîk, bi amadebûna endamên kongreyê li avahiya kongreyê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Mele Silêman Ehmed Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Kongra Îslama Demokratîk piştgiriya mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê Kurdî nîşan dan, da zanîn ku divê ziman, çand û kevneşopiya Kurdan bê parastin, bi vê gavê re wê hevjiyan, xwişk-biratî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de geş bibe û wiha hat gotin: “Ziman ne tenê gotin in mew bîr, nasname û pira ku pê mirov dighêje dabîr û zarokên xwe, ku zimanê miletekî diparêze, beşek ji mirovahiya vî welatî diparêze.”
LI ÇILAXA PROTESTO
Li bajarokê Abirê yê herêma Aliyan a gundewarên bakurê Çilaxa li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd û malbatên wan li qada dibistanan bajarokê ya amadehî ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist.
Her wiha li Dêrik û Amûdê jî daxwaza mîsogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî hate kirin.

