Li navçeya Xelîliye ya Rihayê, Halîl Demîrcan ê 18 salî dayika xwe Huriye Çîçeklî û xwişka xwe Zeynep Demîrcan qetil kir. Piştî agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku Zeynep Demîrcan a 23 salî jiyana xwe ji dest daye. Huriye Çîçeklî ku bi giranî birîndar bûbû û keçeke din a malbatê ya 11 salî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû destwerdanên bijîşkî jî Huriye Çîçeklî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Zaroka 11 salî hîn jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Halîl Demîrcan ê ku ji cihê bûyerê reviyabû, ji aliyê polîsan ve li xaniyekî ku xwe lê veşartibû hat dîtin. Demîrcan û kesekî din ê bi navê A.Ç. ku alîkariya wî kiribû hatin binçavkirin. Piştî karûbarên li navenda polîsan, her du kes sewqî edliyeyê hatin kirin û ji aliyê dadgeriyê ve hatin girtin.

