Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > HPC û HPC-Jin: Em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî banga rêxistinbûnê dikin
Rojava

HPC û HPC-Jin: Em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî banga rêxistinbûnê dikin

HPC û HPC-Jin, bang li gel kir ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê xwe bi hêztir bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Civakî (HPC-JIN) bi beşdariya bi dehan endaman daxuyaniyek li Baxçeyê 4’ê Nîsanê yê li bajarê Hesekê da. Endama HPCˈê Viyan Hesen bi zimanê Kurdî û rêveberê HPCˈê yê Kantona Cizîrê Hemîd Miêş bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li welatê me Sûriyê û li herêmên me yên Rêveberiya Xweser em di rojên giran û dîrokî re derbas dibin. Ev roj ji bo pêşeroja me pir girîng in. Rejîma Baas a 61 salî ji ber ku nekarî guhertinên demokratîk pêk bîne û daxwazên gelan guhdar nekir, hilweşiya. Rejîmê bersiva pêdiviyên siyasî, civakî, aborî û çandî yên gelên Sûriyê neda. Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi awayek eşkere êrîşî herêmên me kir.

Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, li Şehba û Minbicê, hemwelatiyên me ketin bin zexteke mezin, mal û milkên wan hatin talankirin, jin hatin revandin û her cure kiryarên der mirovî li wan hatin kirin. Heta van kêliyan jî bombebaran û êrîş bê navber didomin.

Li Sûriyeyê rewşa krîzê berdewam e. Hêza leşkerî ya ku niha li Şamê bi cih bûye îdia dike ku dê bibe rêveberiya nû, lê weke gel em nikarin parastin û ewlekariya xwe teslîmî hêzeke ewqasî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û azadiya jinan înkar dike bikin. Li herêmên Rêveberiya Xweser, QSD ji bo parastina me fedakariyên mezin raber dike. QSD, hêza parastina me ye. Anku ciwanên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen, Suryan û Asûrî ne.

Dema ku şervanên rûmetê bi awayekî çalak erka xwe ya parastinê pêk tînin, em jî weke Hêzên Parastina Cewherî nikarin bê deng bimînin û wan bi tenê bihêlin. Em ê jî li gel xwişk û birayên xwe yên QSD û YPJ’ê cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de bigrin. Bi vî rengî em dora mala xwe, gundê xwe, tax û bajarê xwe diparêzin. Heta niha bi dehan endamên HPC û HPC-Jin berê xwe dan eniyên cengê û li gel şervanên QSD û YPJ’ê li dijî dagirkeriya Tirk şer kirin. Ev sekna tevahî endamên me yên HPC û HPC-Jin nîşan dide ku em hemû QSD ne, em hemû YPJ û YPG ne.

Eger Rêveberiya Xweser di nava 13 salên dawîn de tevî aloziyên heyî karî bibe pênaseya warekî azad, sedema xwe ewe ku parastina xwe nade destê tu kesî û bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêze. Îro ev pêwîstî ji her demê zêdetir derketiye pêş. Divê em axa ku lê dijîn, bajarê xwe, gundê xwe û taxa xwe bi xwe biparêzin. Dewleta Tirk li pey planên îlhaq û dagirkirina tevahî Sûriyeyê ye. Mîna ku li Efrîn, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û li deverên din kir, dixwaze tevahî Sûriyeyê dagir bike. Bi awayek eşkere li pêşiya raya giştî dibêje yan hun ê radest bibin, an jî ez ê we tevî çekên we bin ax bikim. Ev sûcekî herî mezin ê mirovahiyê ye û bi awayek vekirî tê kirin. Ji bo wê divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.

Ev ax axa me ye, em ji cihekî din nehatine van deveran, yên ku berê xwe dane vir û dagir dikin, dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Ew ne xwediyên van axan in. Çavê me li welatê tu kesî tune ye, lê bila her kes bizane ku li hemberî yên çav berdane welatê me, em ê bêdeng nemînin û heta dawî li ber xwe bidin.

Em wek HPC û HPC-Jin bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê, xwe bi hêztir bikin. Em ji dayîna berdêlan natirsin. Ji ber ku em dizanin bi berdêlên ku em didin, em welatê xwe bi ewle dikin û siberoja azad a gelê xwe ava dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gundên Minbicê şer: 72 dagirker hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hisên Hecî: Hikumeta Iraqê dixwaze demografiya Şengalê biguherîne

Endamê Tensîqî ya Şengalê Hisên Hecî, anî ziman ku civaka Êzidî li dijî biryara Wezareta…

Ji aliyê Stêrk TV

Doza 38 kesên ji HDK û HDP’ê ji bo 23’ê Cotmehê hate taloqkirin

Doza ku 38 endamên HDK û HDP'ê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' têne sûcdarkirin, ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir

Li Hesekê bi amadebûna zêdetirî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?