Piştî “Civîna Xelatgirên Nobelê ya Global a Şerê Nukleerê û Hişê Çêkirî” ya li paytexta Îtalya Londonê hate lidarxistin, “Danezana Romayê ya ji bo Aştiyê ya Bêçekbûn û Bêçekkirinê” hate eşkerekirin. Li gel xelatgirên Nobelê serokên berê yên hikumet û dewletan, zanyar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên olî û saziyên civakî jî di nav de zêdeyî 200 kes beşdarî civîna du rojan bûn.
Beşdaran diyar ikrin ku hişê çêkirî divê ne tenê ji bo berjewendiyên leşkerî û bazirganiyê bê çêkirin û xwestin, li ser bingeha hevkariya navneteweyî mijara hişê çêkirî ya global bê birêvebirin û karên li ser bêçekbûnê bê dewamkirin.
‘HIŞÊ ÇÊKIRÎ DIVÊ XWE BISPÊRE RÛMETA MIROVAHIYÊ’
Di danezanê de ku bi sûdwergirtina ji giştînameya Magnifica Humanitas a Papa XIV. Leo hate amadekirin, hate ragihandin ku divê rûmeta mirovahiyê li bingeha teknolojiyên hişê çêkirî bê bicihkirin.
Şaredarê Romayê Roberto Gualtieri destnîşan kir ku pêşketinên tekolojiyê divê li gorî pîvanên exlaqî be û got, “Pêşketina teknolojîk divê bi pîvanên hurmeta li şexs, berpirsyariya demokratîk a bi navê kêrhatina hevpar û wekheviya navbera mirovan bê birêvebirin.”
Gualtieri diyar kir ku pêwîstî bi modeleke hevkariyê ya navneteweyî ya nû heye ku mezinbûna aboriyê, edaleta civakî, mafên mirovan û parastina hawirdorê bi hev re dinirxîne.
JI RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ HIŞYARIYA LI SER ÇEKÊN OTONOM
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard li civînê axivî û diyar kir ku nayê qebûlkirin ku biryara kuştinê ji makîneyan re bê hiştin.
Callamard got, “Ji bo me nayê qebûlkirin ku biryara kuştinê radestî makîneyan bê kirin.”
Callamard anî ziman ku rîskeke cidî heye ku hişê çêkirî di operasyonên leşkerî de hîn bêhtir tê bikaranîn û diyar kir ku ev sîstem niha gihîştiye wê kapasîteyê ku hedefê diyar bike, analîzên mezin ên daneyan bike û pêşniyarên êrişê bikke.
Callamard got, li gel ku tê dîtin ku biryara dawî ji aliyê mirovan ve tê dayin, plansaziyên leşkerî bi sîstemên otomatîk ve têne girêdan û destnîşan kir ku daneyên têne bikaranîn dikare pêşhukmî bin û encamên welê bi xwe re bîne ku veger jê nebe.
‘HEVKARIYA NAVNETEWEYÎ MECBÛRÎ YE’
Serokê berê yê komîsyona Ewropayê û Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Romano Prodi jî li civînê axivî û got, ti welat nikare bi tena serê xwe pirsgirêkên teknolojiyê yên hişê çêkirî, ewlekariya global bi serê xwe çareser bike, lewma hevkariyeke navneteweyî mecbûrî ye.
BANDORA LI SER QADA KAR HATE NÎQAŞKIRIN
Di konferansê de bandora hişê çêkirî ya li ser qada kar jî hate nirxandin.
Li gorî lêkolîna King’s College Londonê, li pîşeyên ku herî zêde ketine bin bandora otomasyonê di îlanên kar de bi rêjeya ji sedî 6,1 kêmbûn heye û ji bo karê mayî jî pêwîstî bi pisporiyeke bilind heye.
Di Danezana Romayê de ku li civînê hate qebûlkirin, hate ragihandin ku hişê çêkirî ji bo mirovahiyê firsendên girîng pêşkêş dike, lê belê ev teknolojî divê li gorî rûmeta mirovahiyê, hiqûqa navneteweyî û berpirsyariya hevpar bê pêşvebirin.

