Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan li dijî êrîşên dagirkeriyê ‘xeleka jiyanê’ ava kir
Jin

Jinan li dijî êrîşên dagirkeriyê ‘xeleka jiyanê’ ava kir

Jin li dijî êrîşên dagirkirinê li Mêrdînê hatin ba hev û tevî barîkatên polîsan xeleka jiyanê ava kirin û meşiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, jin bi bangawaziya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin ba hev û xwestin xeleka jiyanê ava bikin. Jin li ser çerxerêya Qoserê hatin ba hev û heta Parka Karayollariyê destên hev girtin û meşiyan. Jinên dixwestin xeleka jiyanê ava bikin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûra meşê nehat dayîn. Jinan bi pêşmalkên bi nivîsa “Jin jiyan azadî” û bi desmalên spî li hev kom bûn, li dijî hewlên astengkirinê rê ji bo çûn û hatinê girtin. Jinan timî dirûşmeyên “Rojava dilê me, berxwedan e karê me”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Şlreşa Jinan a Rojavayê”, “Berxwerdana jinan wê têk bibe çeteyan” berz kirin û piştî demekê dawî li çalakiya rûniştinê dan û dîsa berê xwe dan barîkatên polîsan. Di dema gengeşiyê de Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê bangî polîsan kir û got: “Ma hûn piştgiriya çeteyan dikin?”

DAYIKÊN AŞÎTIYÊ BERTEK NÎŞAN DAN

Dema ku polîsan meşa jinan asteng kir, jin belavî kolanan bûn û di navbera xwe da xeleka jiyanê ava kirin û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Piştî ku polîsan serê kolanan girtin, jin herikîn qadan û li kolanên cuda meşa xwe berdewam kirin. Jin derbasî kolana Mehtapê bûn û meşa xwe berdewam kirin. Polîsên ku nekarîn pêşiya meşê bigirin, neçar man ku hemû kolanan bigirin. Jinên ku kolan bi kolan dimeşiyan piştî ku meşa xwe heta Nexweşxaneya Parkê berdewam kirin li vir rawestiyan.

Dayikên Aşitiyê jî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Dayika Aşîtiyê Şukran Çetîn wiha axivî : ”Êdî bes e, em aşitiyê dixwazin. Wê heta kengî wiha dewam bike. Bes e êdî.” Dayika Aşîtiyê Emîne Acarê jî got: “Em şer naxwazin bijî berxwedana Rojavayê.”

‘EM Ê HETA AZADIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Piştre jî li ser navê jinan Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz, anî ziman ku xwestin pêşiya çalakiya wan bê girtin, lê wan weke jin destûr nedane û wiha got: “Hûn çi dikin bikin. Em ê heta hetayê li ba jinan, gelê xwe, demokrasî û aştiyê bin.”

Salîha Aydenîz, diyar kir ku heta pêkhatina azadiya Rojava û Sûriyeyê ew ê berxwedana xwe bidomînin û got, “Çawa ku me duh Kobanê azad kir, îro jî divê em li dijî çeteyan dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê jî em ê her tim di nava berxwedanê de bin û meşa xwe bidomînin. Heta demokrasî û azadî li Rojhilata Navîn pêk were û heta gelê Kurd azad bibe em ê têbikoşin. Em ê Rojava bi tenê nehêlin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yekitiya Weşangerên Kurd bertek nîşanî desteserkirina pirtûkan dan
Nûçeya Pişt re Zêdetirî 54 malbat gihiştin Amûdê û Hesekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteleya tundiyê: 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan

Jinnews’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê ‘Çeteleya Tundiyê ya li ser Jinê’ ya têkildarî 10 mehên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê di Cejna Qurbanê de êrîşên Îsraîlê: 38 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parastina Sivîl a Fîlîstînê ragihand ku di roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê pêkanîn danî ser çar dadgerên DCN, Netanyahu kêfxweş bû

Washingtonê bi îdîaya 'ne rewa' û 'siyasîbûyî' pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?