Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Akdenîzê gel û ciwan li ber xwe didin
Rojane

Li Akdenîzê gel û ciwan li ber xwe didin

Li Akdenîzê gel û ciwan tevî êrîşên polîsan jî li ber xwe didin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê di roja 5’emîn de li taxên Yenîpazar û Demîrtaşê dewam kirin. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partiyê Perîhan Koca, Mehmet Zekî Îrmez û George Koca, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî di nav de xwestin serdana esnafan bikin û çalakiya rûniştinê li dar bixin.  Pêşiya gel bi îdiaya “Xwepêşandan li dijî qanûna meşê ye” ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. 

Parlamentera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirinê da û wiha got: “Dev ji zilma li ser gel berdin. We duh pihîn li dayikan dan. Hûn fermanê ji qeyûm digirin û bi zanebûn zilmê li vî gelî dikin. Heta ku hûn Destûra Bingehîn binpê bikin, em ê bi we re muzakereyê nekin.”

Perîhan Koca xitabî gel kir û wiha got: “Serdana me ya ji bo esnafan bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Duh li vir derb li mirovan dan. Barîkatên ku li pêşiya me tên danîn, li pêşiya kujerên zarokan, tecawîzkaran nayê dayîn.”

Gel tevî astengiya polîsan jî serdana esnafan kir û banga tevlîbûna li nobeta ku wê sibê li pêşiya şaredariya hatî dorpêçkirî bê lidarxistin, kir. Gel piştî serdana esnafan li pêşiya avahiya DEM Partî ya navçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Akdenîz ya me ye”, “Bijî Berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûmê diz, ji Akdenîzê bicihime”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û stranên berxwedanê hatin gotin.

BANG HATE KIRIN

Piştî çalakiya rûniştinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementerê Şirnexê Zekî Îrmez axivî û wiha got: “Em tevahî gelê xwe yê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve, silav dikin. Heta ku hevserokên me yên şaredariyê li erka xwe vegerin, wê berxwedana me dewam bike. Gel vê desteserkirina îradeyê qebûl nake. Em ê serî netewînin. Em bang li her kesî dikin ku sibê saet 13:00’an li pêşiya avahiya şaredariyê li hev bicivin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî nobetê bibe.”

CIWAN LI BER XWE DIDIN

Ciwan li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ev 5 roj in li ber xwe didin. Ciwanên ku li Taxa Yenîpazarê agir pêxistin, bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan bi molotof, fîşeka hewayî û keviran bersiv dan êrîşa polîsan a bi gaza îsotê û ava şid û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. 

Polîsan gaza îsotê berda tevahiya taxê. Xelkê taxê jî bo piştgiriyê bidin ciwanan, ji pacan lîmon avêtin. Berxwedana ciwanan dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên dewleta Tirk 2 jin qetil kirin
Nûçeya Pişt re ‘Em destwerdana li dijî rêveberiya Baroya Stenbolê red dikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku azadiya gelên Îranê bi têkoşîna rêxistinbûyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Divê demildest ‘mafê hêviyê’ were bicihanîn

Dayikên Aştiyê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mafê hêviyê rexne kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li cîhanê rekora koça navxweyî: Sala 2025’an 82 milyon kes ji cih û warê xwe bûn

Li gorî rapora salane ya Navenda Şopandina Koça Navxweyî (IDMC) û Konseya Penaberan a Norwêcê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?