Li herêma Sulawesi ya li herêma navîn a Endonezyayê, sibe Sêşemê bi mezinahiya 6,7 pileyî erd hejiya. Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS), navenda erdhejê başûrrojhilatê bajarê Palu yê bi nifûsa xwe ya 400 hezar kesî bû ku li eyaleta Sulawesi ya Navîn e.
Hate ragihandin ku Palu û herêma Sigi ya li derdora wê bi xurtî hejiyan.
Ajansa Jeofîzîk, Klîmatolojî û Meteorolojiyê ya Endonezyayê ragihand ku piştî erdhejê rîska tsunamiyê nîne. Rayedaran diyar kirin ku li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê tiştekî kesî nehatiye.
Endonezya li wê herêmê ye ku tevgera sîsmîk lê zêde ye û weke Xeleka Agir a Pasîfîkê tê naskirin. Lewma li vî welatî gelek caran erd diheje û volkan diteqe.
Sala 2018’an ji ber erdheja bi 7,5 pileyî ya li bajarê Palu û tsunamiya piştî wê rû da, zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

