Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê
Jin

Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê

Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê gotin, “Divê qanûnên Sûriyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan werin nûkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Federasyona Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan a Sûriyeyeyê û hejmareke rêxistin û dezgehên mafên mirovan û civaka sivîl a Sûriyeyê peyameke hevbeş da. Rêxistinan di peyamê de hevgirtina xwe ya bi jinên li Sûriyeyê re nîşan da û bang li wan hat kirin ku vê boneyê veguherînin “çirayeke daîmî ji bo spandina nirxên aştiyê û avakirina siberojeke demokratîk ku rêzê li mafên mirovan digire”.

Di peymanê de têkoşîna tevgerên jinan ên li Sûriyeyê û cîhanê hat silavkirin û hate gotin: “Em hevgirtina xwe bi jinên sûriyeyî re di têkoşîna wan a ji bo bidestxistina tevahî mafên wan, jiholêrakirina hemû cûreyên cudakarî û tundiyê de.”

Di dewama peyamê de hate gotin, di pêvajoya şer û aloziya Sûriyeyê de herî zêde jinan zirar dît û hate bibîrxistin ku li hemberî jinan binpêkirinên mezin wekî kuştin, tevandin, windakirina bi darê zorê, girtin, êşkencekirin û koçberkirina bi darê zorê, tundiya fîzîkî û dirûnî hatin kirin. Her wiha hate gotin, jinên sûriyeyî di salên aloziyê de barên herî mezin rakirin û li hemberî xizantî, koçberî û bêaramiyê sekinin.

Di peyamê de banga xurtkirina tevkariyê, xebata hevbeş ji bo pêşxistina xebata hiqûqî û demokrasî li rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê hat kirin ku pêvajoya veguhêz ber bi dewleta qanûn û saziyan ve bibe.

Di peyamê de her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin.

Di dewama peyamê de ji bo pêşxistina aştî û çareseriya siyasî banga avêtina van gavan li tevahî aliyên sûriyeyê hatin kirin, “Komîteyekê ji tevahî pêkhateyên siyasî û civakî yên Sûriyeyê ava bikin da ku destûrke nû ji welat re binîvisîne, hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê di çarçoveyeke siyasî ya demokratîk de li dar bixin. Şer li tevahî xaka Sûriyeyê rawestînin û çareseriyeke siyasî ya giştî bidin destpêkirin. Çek tenê di destê dewletê de bimîne, ji bo dabînkirina pêdiviyên mexdûr û koçber û penaberan hewldanên mirovî pêk bînin. Çanda hemwelatîbûnê, efû û aştiya civakî di nava Sûriyeyan de belav bikin, çarenûsa revandî û kesên winda aşkera bikin û edaletê ji qurbaniyan re garantî bikin, ji bo pêkanîna edaleta veguhêz û hesabpirsîna ji kesên ku binpêkirinên mezin kirine, bixebitin.”

Di peyamê de hate gotin, divê beşdariya jinan di jiyana siyasî, avakirina biryaran, hewldanên jinûve avakirin û gişkirinê de were mîsogerkirin û têkoşîn li dijî tevahî cûreyên cudekariyê were kirin.

Hate gotin: “Divê qanûnên Sûriyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan werin nûkirin. Divê rêgeza ku cûdekariya li hemberî jinan were rakirin, di destûra Sûriyeyê de hebe. Divê qanûnên tundî li dijî tundiya malbatî û civakî werin derxistin, beşdarbûna jinan di jiyana giştî û siyasî de were xurtkirin, piştgiriya jinan di warê perwerde û fêrkirinê were kirin û kar ji jinan re were peydakirin, li dijî xizanî û nezaniyê kar were kirin.”

Di dawiya peyamê de hat gotin, “Pêdiviya avakirina siberoja Sûriyeyê bi sepandina nirxên demokrasiyê, mafên mirovan û wekheviya di navbera hemû welatiyan, jin û mêran de heye. Her wiha ji bo pêkanîna aştî, edalet û rûmeta mirovan xebateke hevbeş hewce dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be
Nûçeya Pişt re Li Çomanê êrîşa bi SÎHA
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rihayê 4, li Balikesîrê kesek hate binçavkirin

Polîsên Tirk li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li Balikesîrê 5 kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Endresen: Tecrîd mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin!

KCK’ê komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got: "Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Bi sedan malbatên din ên Serêkaniyê wê li warê xwe vegerin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?