Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Bextiyar Mihemed Sadiq, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand ku peymana têgihiştinê ya di navbera her du aliyan de ku di 21’ê Îlona 2022’an de destpê kiribû û çar sal dom dikir, bi dawî bûye.
Bextiyar got ku alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî ji bo mehên Tebax û Îlona 2026’an ku roja Pêncşema borî (24ê Îlonê) hatibû belavkirin, li gorî peymanê beşa dawî ya pereyan bû.
Li hemberî vê guhertinê, Wezareta Pêşmergeyan ji hikûmeta federal a Iraqê xwestiye ku bi rêya bilindkirina mûçeyên pêşmergeyan heta asta mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê, cihê van alîkariyên rawestiyayî tije bike.

