Serokê Rêxistina Patrichor a Mafên Mirovan Xêrî Elî, derbarê vekirina gorên komî ya li mezargeha Şerfedîn ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew ê li ser cezakirina berpirsyaran bi hemû awayî kar bikin.
Xêrî Elî da zanîn ku piştî sê salan ji xebat û lêkolînên bênavber ên li ser gorên komî ya di navbera Xanesor û Sinûnê de, xebatên vekirina goran ji nû ve dest pê dikin. Xêrî Elî, da zanîn ku wekî Rêxistina Patrichor wan gelek dosye û pirsgirêkên gorên komî lêkolîn kirine, lê doza li vê derê ji ber destwerdanên derve bi taybetî jî bi destê PDK’ê wekî doza herî zehmet hatiye dîtin.
Malbat û xizmên qurbaniyan heta vekirina vê gora komî rastî zehmetiyên mezin hatine û ji ber ku ev 12 sal bûn di nav bendewariyê de bûn û nedizanîn ka xizmên wan di zindanan de ne an di gorên komî de ne. Tê payîn ku bi vekirina vê gorê re, malbat bikaribin xizmên xwe nas bikin û bigihêjin encamekê.
Xêrî Elî, her wiha bal kişand ser rewşa qurbaniyan û got ku ji sala 2015’an ve çarenûsa van 67 kesan nediyar e û ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin. Elî got ku ji ber vê yekê jî, ew ê li ser hemû kesên ku destwerdan û binpêkirin li ser vê gora komî kirine bixebitin da ku ew kes hemû li ber dadgehê hesabê bidin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Elî, da zanîn ku di dema ku hin aliyan xwe li Şengalê bi cih dikirin û civaka herêmê hêj bêrêxistin bû, van aliyan zirareke mezin dane gorên komî; hin gor bi awayekî bêdestûr hatine rakirin û hin jî hatine şewitandin.
Elî da xuyakirin ku ji ber vê xemsariyê, gelek hestî di ber lehiyan de çûne û ji aliyê heywanan ve hatine belavkirin. Elî diyar kir ku ev hemû binpêkirin bi temamî hatine belgekirin û di demên pêş de wekî raporên berfireh dê ji bo sazî û dezgehên peywendîdar re bên pêşkêşkirin.

