Xwepêşandanên xwendekaran ên bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîkirina ziman di destûrê de dewam dikin. Li bajarên Girkê Legê û Rimêlanê xwendekarên hemû astan îro jî daketin qadan û daxwazên xwe dubare kirin.
Xwendekaran ku li qadên bajêr geriyan, dirûşmên wekî “Zimanê me kurdî ye, perwerdeya bi kurdî mafê me ye” berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Zimanê kurdî dengê gelê me ye û gelê me nayê bêdengkirin”, “Zimanê me zimanê lehengî, azadî û berxwedanê ye” û “Em silavên xwe ji şagirtên Hesekê re dişînin” vekirin.
Xwendekarên peyamên girêdana bi mafê xwe yê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê û piştgiriya xwendekarên Hesekê dan. Di heman demê de banga fermîkirina kurdî di destûrê de û di hemû astên perwerdeyê de kirin.

