Li gorî nûçeya ajansa RojNews’ê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDP-Î) û Sazmanî Xebat êrîşên bi dronan hatine kirin.
Hate ragihandin ku li navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê baregeha KDP-Î’yê bûye hedef û rayedarên partiyê jî ev êrîş piştrast kirine.
Di heman demê de baregeha Sazmanî Xebat a ku li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê cih digire jî bi dronan hate bombekirin. Hate diyarkirin ku di encama vê êrîşê de zirar gihîştiye hin malên sivîlan ên li derdora baregehê.
Derbarê êrîşan û encamên wan de heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve tu daxuyaniyek nehatiye dan.

