Tê payin ku pêşnûme qanûna bi sernavê “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin.
Pêşnûme qanûn beriya du rojan pêşkêşî îmzeya parlamenteran hate kirin. Pêşnûme qanûn ji aliyê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, endamên Rêveberiya Koma DEM Partiyê û Komîsyona Meclîsê ve hate îmzekirin.

