Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ji Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa Nûçeyan a Millet Sînan Bûrhan re axivî û pêvajo nirxand.
Bahçelî got, “Ev îmzeya ku me li binê qanûna çarçoveyê danîn bila li ser xêrê be. Bi vê îmzeyê re me xwişk û biratiya xwe ya hezar salî careke din piştrast kirine” û wiha dewam kir, “Bi Tirkê xwe, bi Kurdê xw,e ziman û nasname çi dibe bila bibe her kesî qezenç kiriye. 86 milyon welatiyên me û gelên Rojhilata Navîn qezenç kirine.”
‘EV PROJEYEKE DEWLETÊ YE’
Bahçelî destnîşan kir ku ev yek di heman demê de “Avêtina gava destpêkê ya xerakirina projeyên global e” û got, “Ev proje projeyeke dewletê ye. Meclîsa me di vê mijarê de bi înîsiyatîfa pêwîst rabûye. Dewleta me karên pêwîst dike. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bişopînin.”
MAFÊ HÊVIYÊ
Bahçelî ragihand ku wî serdana siyasetmedarê Kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş nekiriye, lê belê bi rêya parêzerên wî bi rêk û pêk hevdîtin kiriye, li halê wî dipirse û got, “Ew jî silavan ji min re bişîne. Hiqûqeke me ya baş heye. Her wiha jê dipirsim bê daxwazeke xwe heye yan na. Bi Demîrtaş re li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê em bi hev re xebitîn. Ez careke din heman tiştî dibêjim. Divê Selahattîn Demîrtaş bigihêje mala xwe, Ehmed bigihêje wezîfeya xwe, Ocalan jî bigihêje ‘mafê hêviyê’. Divê Tirkiye aram bibe. Armanca me ew e u Tirkiye û herêm aram bibe.”

