Hate ragihandin ku têkildarî Şaredariya Avcilarê ya CHP’yî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.
Bi îdîaya “fesadiya di îhaleyê de” li 4 bajaran operasyon hate kirin û 13 kes hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna bi îdîaya “nelirêtiyê” ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de jî Hur Agbaba jî di nav de 2 kes hatin binçavkirin.

