Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî
Rojane

Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

Roja îroyîn malên şînê li bajarên Kurdan ji bînayeke xizmetê wêdetir in. Navenda tomarkirina bîra civakî ne. Li wir qala bê ka kî, kengî, çawa û di kîjan şert û mercan de jiyana xwe ji dest daye, tê kirin; li gel vê yekê tê bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Îlon 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di nava civaka Kurd de mirin tu caran nebû bes windahiya malbatekê. Şîn, di nava çar dîwarên xaniyekê de nema; weke barekî hevpar ê ku tax, gund, eşîret û hemû gel digirin ser milên xwe hatin danin. Li gel bajarbûnê ji xaniyan veguhestin malên şînan û ev yek li gel cihguhertina êşa kolektîf nehate sînordarkirin. Hate wateya sazîbûna piştevaniya civakî, xuyabûn û jinûvehilberîna xwebirêxistinkirina xwe. 

Taziye di jiyana civakî ya Kurd de, ji parvekirina êşa takekesî wêdetir wateyeke zêdetir îfade dike. Pêvajoya taziyeyê ya sê rojan a piştî mirinê dest pê dike,  vediguhere seferbeiyeke civakî ya ku cîrantî û eqrebatî ji ezmûnê derbas dibe.  Çêkirina xwarinê, dayîna çayê, amadekirina cihî, pêşwazîkirina kesên ji dûr hatine û karên goristanê tu caran nabin karên ku bes malbat bi cih tînin. Ev parvekirina karan xwe bi xwe tê sazkirin; kes nayê wezîfedarkirin, hemû kes cih û erkê xwe dizane.

KAREKTERÊ ŞÎNÊ YÊ CIVAKÎ

Di bingeha vê avaniyê de kevneşopiya komînal a bi hezaran salan a civaka Kurd heye. Li dijî mantiqa şaristaniya bidewletî ya ku takekesan bi tenê dihêle, êşê taybet dike û însanan ji civakîbûna wan dûr dixe, teziyeyên Kurdan prensîbeke berovajî wan dide domandin û jiyîn. Yanî ger êş were parvekirin kêm dibe, kêfxweşî were parvekirin zêde dibe. Ji ber êyekê teziye bes ne rîtûeleke şînê ye. Mekanîzmayeke wisa ye ku civak xwe bi xwe xwe baş dike û li dijî belavbûnê xwe ji nû ve amade dike.  Yek ji bersiva herî zindî, rojane û şênber a fikra ‘’civaka komînal’’ a di perspektîfa civakî ya Tevgera Azadiya Kurd de gelek caran tê diyarkirin, ev kevneşopiya teziyeyê ye.

Cihê jinan ê di vê kevneşopiyê de jî girîng e. Şînî  yanî jinên ku zêmaran dibêjin piştî mirinê bes êşê naynin ziman.  Qala jiyan, ked, karekter û cihê wî yê di nava civakê de dikin û biyografiyeke devkî pêşkêş dikin.  Ev zêmarên ku ketine nava kevneşopiya dengbêjiyê, weke arşîvekê ne ku bîra gelekî ya nehatiye nivîsandin neqil dikin.  Zêmar di Kurdî de bes ne zimanê êşê ye di heman demê de zimanê bîrê ye jî.

VEQETÎNA MEKANÎ YA TEZIYEYA

Salên 1990’î, bû ew serdem ku vehûna civakî ya Kurdan bi awayê herî tund hatiye perçekirin.  Valakirina gundan, koçberkirina bi darê zorê û cihnişînên hatin hilweşandin, bi milyonan însan ji bajarên weke Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Riha û weke din berê wan da taxên xizan û kedkar.  Hewş, ban, tenûr û odeyên mezin ên gundan li gundan man. Daîreyên sê odeyî û salonek ketin şûna wan.

Ev, ne guherîna cureyê xaniyan bû. Derbasbûneke ji awayê jiyanê bû ku taziye lê bi awayekî fîzîkî bi cih nabe. Li daîreya bînayekê pêşwazîkirina teziyekeke ku bi sedan însan beşdar dibin, ne pêkan bû. Qerebalixên li ser derenceyan disekinin, kursiyên li kolanan tên rêzkirin, rageşiyên li gel cînaran û barê giran ê aborî yê li ser pişta malbatan xala ku ev kevneşopî li bajaran xitimiye, nîşan didan.

Şaş nabe ku mirov bibêje polîtîkayên bişaftinê tam jî li benda kêliyeke wisa ya şikestinê bû. Rêbazeke ku bi qasî qedexekirina zimanê gelekî bi bandor, bêmekanhiştina rîtûelên wê civakê ye. Demaku rîtûel mekanê xwe ji dest dide pêşiyê kêm dibe piştre awayê xwe diguherîne herî dawiyê jî tê jibîrkirin. Civaka Kurd di vê xalê de reflekseke dîrokî nîşan da û li şûna ku kevneşopiyê biterikîne, li bajêr ji wê re mekanekî nû ava kir.

SAZIYA KEVNEŞOPIYÊ YA LI BAJÊR

Jı salên 2000’î û pê ve bi taybetî di pêşengtiya rêveberiyên xwecihî yên bi îradeya gelekî hatine bidestxistin de tax bi tax malên şînê hatin vekirin. Salonên mezin, metbex, çayxane, jin, ji bo mêran beşên cuda û cihên parkkirinê… Roja îroyîn hema bibêjin li hemû taxên li bajaran Kurdan maleke şînê heye û xizmeta li van navendan bê pere ye.

Ev encana yekem û herî şênber a sazîbûnê ye, bû paqijkirina şînê ya ji barê çînî.  Li gundan mesrefa teziyeyê ji aliyê civakê ve dihat parvekirin; li bajaran barê giran bi temamî li ser milên malbatan bû. Ji bo malbateke xizan mêvankirina bi sedan însanan a di sê rojên sersaxiyê de tê wateya deyndarbûnê.  Malên şînê, mesrefên mirinê di nava civakê de perve kirin û bûn qadên wisa ku şîn ji aliyê kesên dewlemend û xizan ve bi awayekî wekhev bê girtin. Helbet ev yek, ne xizmeteke şaredariyê ya jirêzê bû. Berhemeke fikra rasterast a ku civak pêwistiya xwe bi destê xwe dabîn dike ya feraseta rêveberiyeke xwecihî ya gelparêz bû.

Encama duyemîn jî kûrtir e. Mala şînê, bû qada  giştî ya jinûvehevdîtina civaka ku li bajêr belav bûye. Însanên ku ji heman gundî hatine û li taxên cuda rûdinin, li wir tên li ba hev. Têkiliyên eqrebatiyê yên li ber qutbûnê, li wir xwe nû dikin. Ciwan, zimanê sersaxiyê yê Kurdî, qalibên xîtabê û zêmaran li wir dibihîzin. Malên şînê, dibin yek ji cihên ku Kurdî lê bi awayê herî xwezayî xwe nîşan dide. Li welatekî ku lê ziman tê qedexekirin, zimanê şînê bi Kurdî berdewam dike.

JI ÊŞA TAKEKESÎ BER BI SEKNA KOLEKTÎF VE

Veguhestına şînê ya ji malê ber bi navenda bajêr, bînayeke li ser cadeya sereke, şînê ji qada taybet vediguze qada giştî. Êdî şîn tê xuyakirin.

Ev xuyabûn, bi taybetî di pêvajoyên ku windahiyên poltîk çêdibûn de veguherî sekneke civakî. Malên şînê, veguherîn mekanên ku piştî kesên ku di encama êrîşên dewletê jiyana xwe ji dest dane de malbat bi tenê nayên hiştin û hemû gel sersaxiyê dixwazin. Girtina van malan a di serdemên zextê de, dorpêça polîsan a li ser teziyeyan û bêbandorkirina van xizmetan a ji aliyê rêveberiyên qeyûman ve tam jî îtirafa vê yekê: Desthilatdarî aciz e ku gelek kom bibe û xwedî li êşa xwe derkeve. Ji ber ku êşeke ku bi awayekî hevpar tê girtin, vediguhere civakeke birêxistinkirî.

Kiryar û sepanên weke astengkirina mafê şîngirtinê, nedana cenazeyan û xirabkirina goristanan nîşan didin ku li vê erdnigariyê heya mirin jî veguheriye qadeke têkoşînê. Aha di vê xalê de malên şînê bersiveke bêdeng û bibiryar e. Tê wateya gotina; ‘’Hûn nikarin me bê mekan û bê bîr bihêlin.’’

XWEDÎLÊDERKETINA CIVAKÎ

Awayê herî tê temaşekirin ê vê xuyabûnê, di teziyeyên demên dawîn ji bo gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne hatin danîn de derdikeve holê. Seredanên bi rojan ên ji bo teziyeyên ku bajarên weke Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê hatin danin de li gel beşdariyeke ji malbatan wêdetir derbas dibin. Konvoyên ji bajarên cuda hatine, qerebalixên ku rêz dibin û kursiyên li kolana tên rêzkirin van teziyeyan ji sînorên taxan derdixîne û vediguherîne xwedîlêderketine civakî. 

Mesele ji aliyê malbatan ve ne xwepêşandaneke siyasî ye; zanîna aqûbeta ewladên ku bi salan e agahî jê nayê wergirtin û naskirina civakî ye.

Ji bo beşeke mezin a gelê Kurdistanê beşdariya van teziyeyan, tê wateya tevgerîna li gel hesteke xwedîlêderketina civakî. Civakîkirina şînê tam jî di vê xalê de xwe bi awayê herî zelal nîşan dide. Pirsên ku êşa kî ye, li ku û wê bi çend kesan re sînordar were girtin, li vê erdnigariyê ji meseleyeke çandî derbas dibe û bi awayekî rasterast vediguhere meseleyeke siyasî.

BÎR, BERXWEDAN Û XWEBAŞKIRINA CIVAKÎ

Nabe ku em malên şînê bes weke mekanên şînê bibînin.  Ev der di heman demê de ew meclîs  in ku lê pirsgrêkên civakî tên nîqaşkirin, sulha kesên ji  hev xeyidîne tên kirin û torên piştevaniyê tên avakirin.  Sulha li teziyeyê ya du malbatên ku bi salan e ji hev xeyidî ne, di nava civaka Kurd de gelek caran tê dîtin. Aşitiya ku li ser maseya mirinê tê kirin, nîşaneya kapasîteya hilberîna edaletê ya ji aliyê civakê ve ye.

Bi ber vê yekê malên şînê, yek ji bersiva ku gel di nava jiyana rojane de xwe bi xwe bi rê ve dibe. Civak, qada ku dewlet nikare bigihîjê, dixwaze bigihîjê yan jî bi zanebûnî vala dihêle, bi xwebirêxistina xwe tije dike. Hêza gelekî ji qadan wêdetir di xwebirêxistinkirina êşê de jî nîşan dide.

Roja îroyîn malên şînê li bajarên Kurdan ji bînayeke xizmetê wêdetir in. Navenda tomarkirina bîra civakî ne. Li wir qala bê ka kî, kengî, çawa û di kîjan şert û mercan de jiyana xwe ji dest daye, tê kirin; li gel vê yekê tê bibîranîn û li gel bibîranînê jî polîtîkayên jibîrkirinê tên pûçkirin. Bîr herî zêde jî li cihê tê axaftin xwe zindî digire.

MEKAN GUHERÎ RUH NEGUHERÎ

Veguhastina kevneşopiya sersaxiyê ya Kurdan a ji malan ber bi malên şînê ve, gelek caran weke ‘’xirabbûna kevneşopiyê’’ hate nirxandin.  Lê belê ya pêk hatî berovajî wê bû. Civaka Kurd li dijî zexta bajarbûnê ya belavker û bi tenê dihêle li şûna ku pişta xwe bide kevneşopiya li gorî şert û mercên serdemê şêweyekî sazîbûnê yê nû lê zêde kir. Salon ketin şûna hewşan lê belê ew hevpariya li dora tenûran li salonên ku kursî tên rêzkirin hebûna xwe didomîne.

Malên şînê, avaniyên şênber ên îradeya parastina civakîbûna gelekî ne.  Çar dîwarên wê ji betonê ne lê belê xercê wê ji piştevaniyê pêk tê. Û li vê erdnigariyê, di hemû şînan de tê nîşandan ku gelê dizane êşa xwe parve bike, nayê perçekirin û belavkirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şamê ji fatûreyên ceyranê re zema mezin: Hêrsa gel mezin dibe

Li Sûriyeyê koalîsyona HTŞ’ê ya piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad a di Kanûna 2024’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bendên nû hatin danîn

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, 3 bendên nû li noqteyên têketinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

Meclîsa Jinên Ciwan a Stenbolê ya DEM Partiyê xwest li Dolapdere ya Stenbolê meş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?