Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide
Rojane

Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

Mûstafa Karasû, di peyama xwe ya bi dîmen de got: "Em ê armanc û bêrîkirina hevrê Riza Altun teqez di Kurdistaneke azad, Tirkiyeyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk de pêk bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Îlon 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Kadroyê pêşeng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Riza Altun û yên ku di nav Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûne, li paytexta Fransayê Parîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ku peyamek bi dîmen ji çalakiya bîranînê re şand, behsa xebatên Riza Altun ên ji salên destpêkê yên beşdarbûna wî ya têkoşînê heta şehadeta wî kir. Karasû, diyar kir ku Altun ji xebatên rêxistinbûnê yên li taxa Tuzluçayir a Enqereyê heta Dîlokê, ji berxwedana zindanan heta xebatên li Kurdistanê û xebatên dîplomasiyê di gelek qadên cuda yên Têkoşîna Azadiyê de berpirsiyarî girtiye ser milên xwe û bal kişand ser kesayetiya wî ya rêxistinkirî û têkoşer.

Karasû, behsa çalakiyên bîranînên şehîdan ên ku meha dawî li gelek bajarên Kurdistanê hatine lidarxistin jî kir û diyar kir ku beşdarbûn û xwedîderketina gel a ji bo bîranînan moralkî mezin dide wan.

Peyama Karasû ya bo çalakiya bîranînê bi vî rengî ye:

“Ez hemû gelê me yê ku beşdarî bîranîna hevrê Riza bûne silav dikim. Salvegera heftemîn a şehadeta hevrê Riza ye. Hevrê Riza li gel hevrê Baz û Garzan di 15’ê Îlona 2019’an de di êrîşeke hewayî de şehîd bû.

Di van rojên ku em van hevrêyan bibîr tînin de, li Kurdistanê jî ev meheke çalakiya bîranînên şehîdan tên lidar xistin. Ez van şehîdan careke din bi hurmetî û minnetdarî bi bîr tînim. Ez gelê me yê ku bi coşeke mezin tevlî çalakiya bîranînên şehîdan bûye jî pîroz dikim.

Hevrê Riza di dîroka partiya me de xwedî cihêkî taybet e. Ji kadroyên yekemîn ên têkoşîna me ye. Tevgera me, weke komeke ku li Enqereyê di nav ciwanên zanîngehê de pêş ket û bi rêxistin bû.

Apoyî, li Enqereyê di nav ciwanên zanîngehê de xwe bi rêxistin kir. Wekî din jî li Tuzluçayirê ku jê re ‘Moskowaya biçûk’ dihat gotin birêxistin bûn. Pêşengê rêxistinbûna koma Apoyiyan a li Tuzluçayirê jî hevrê Riza bixwe bû.

Hevrê Riza bi dehan ciwan rêxistin kirin û tevlî vê têkoşînê kirin. Bi rastî jî ew ê ku piştgiriya Tuzluçayirê ya ji bo tevgera me dabû destpêkirin hevrê Riza bû. Hevrê Riza li Tuzluçayirê ji bilî ku gelek ciwan tevlî têkoşîna me kirin, ji roja yekem ve hemû malbata xwe jî xist nav vê têkoşînê. Malbata wî jî bû parçeyek ji têkoşînê. Jixwe birayek û du biraziyên wî yên din di nav vê têkoşînê de şehîd bûn. Ji vê aliyê ve di dîroka têkoşîna me de, di dîroka tevgera me de di nav hevrêyên ku wekî malbat tevlî bûne de di rêza pêşî de tê.

Ev yek jixwe nîşan dide ku hevrê Riza milîtan û Apoyiyek çawa bû. Ji ber ku bixwe ji vê têkoşînê re bi rengekî mezin bawer kiribû û xwe bi temamî dabûyê, hemû malbata wî jî ket nav vê têkoşînê, tevlî bû û ciwanên wan şehîd bûn.

Tevî hevrê Riza em ber bi dawiya sala 1976’an ve, a rastî havînê derbasî Kurdistanê bûn. Em hema hema bi hev re derbasî Kurdistanê bûn. Mehekê beriya wê ez û yek ji milîtanên hêja yên Tuzluçayirê şehîd Dogan Kiliçkaya bi nasnav Yasin çûn Dîlokê. Mehekê paşê jî hevrê Riza hat Dîlokê.

Dîlok di wê demê de ji bo têkoşîna me cihê herî bi bandor bû û yekem cih bû ku têkoşîna me lê pêş ket. Di vir de para hevrê Riza jî pir mezin bû. Têkoşîna me ya li Dîlokê ji aliyekî ve li dijî faşîstan wekî têkoşîneke mezin pêş ket, ji aliyê din ve jî bi pêşengiya hevrê Hakî çanda partiyê hatibû avakirin. Di avakirina vê çanda partiyê de jî rola hevrê Riza hebû.

Hevrê Riza bi rastî jî di nav têkoşînê de wekî milîtanekî dihat nasîn. Milîtanekî girîng û bi bandor ê koma Apoyiyan bû. Gelekî xwînsar bû, di têkoşîna li dijî faşîstan de pir bi bandor bû. Dema li Enqereyê, li Tuzluçayirê bû jî li dijî faşîstan têkoşîneke pir bi bandor dimeşand. Di têkoşîna li dijî faşîstan a li Tuzluçayirê de nasnavê hevrê Riza “Şirket” bû; ji ber taybetmendiya wî ya rêxistinkirî navê şirket lê hatibû kirin.

Li Tuzluçayirê li dijî faşîstan bi pêşengiya hevrê Riza bi rastî jî têkoşîneke bi bandor hat meşandin. Hevrê Riza ji bo tevgera me ya azadiyê di têkoşîna li dijî faşîstan de milîtanekî bi bandor bû, her wiha di konseya leşkerî ya yekem a têkoşîna me de jî cih girt. Li gel hevrê Mehmet Karasungur endamê konseya leşkerî bû.

Ji vê aliyê ve di têkoşîna me de hem di meşandina têkoşîna li dijî faşîzmê de hem jî di meşandina têkoşîna li dijî paşverûtiya navxweyî ya li Kurdistanê de rolekî girîng lîst.

Cihê hevrê Riza di dîroka têkoşîna me de pir taybet e. Bi rastî jî hevrêyek pir xweser û bêhempa bû. Hevrêyekî ku di nav têkoşînê de bi bandor bû û bi kesayetiya xwe têkoşînê di nav me de bi rengekî cuda datanî holê bû. Di têkiliyên mirovî û asta bandorkirina li ser mirovan de di asteke bilind de bû. Xwedî karakterekî wiha bû.

Hevrê Riza ji dibistana seretayî derçûbû. Lê hêj dema li Tuzluçayirê bû jî û di nav tevgera me de bû, her dem dixwend, hişmendiya xwe pêş dixist, asta îdeolojîk û teorîk a tevgera me û partiya me temsîl dikir û ji vê aliyê ve hevrêyên xwe yên din û ciwanan perwerde dikir. Ji ber vê yekê hevrê Riza bi rastî jî di dîroka têkoşîna me de hevalekî pir bi bandor bû.

Jixwe ji kadroyên yekemîn ên têkoşîna me bû. Li Enqereyê tevlî têkoşînê bû. Vê têkoşîna xwe jî heta şehadeta xwe bi rengekî bi bandor domand. Di zindanê de jî berxwedana xwe meşand. Di zindanê de jî li dijî dijmin her dem di nav helwestek xurt û berxwedêr de bû.

Ji vê hêlê ve jî, yek ji pêşengên girîng ên berxwedana zindanê ye jî. Di berxwedana zindanê de jî her dem cihê xwe girt. Jixwe em ji zindanê bi hev re derketin. Em di heman rojê de derketin. Di 12’yê Îlona 1992’yan de em ji zindanê derketin. Di demeke kurt de, di nav 20 rojan de em gihiştin ba Rêber Apo. Em derbasî Sûriyeyê bûn. Di dema derbasbûnê de em ketin kemînê. Hevrê Celal Baymiş ê ku bi me re derketibû, birîndar bû. Kuryeyê me jî hat qetilkirin. Em bi zorê xilas bûn. Em bi hev re çûn qada Rêbertî jî. Hevrê Riza li qada Rêbertî demeke dirêj ma.

Piştre ez derbasî Ewropayê bûm. Hevrê Riza jî piştî ku demeke dirêj ma, vegeriya Kurdistanê. Li Kurdistanê erkên girîng girtin ser milên xwe.

Hevrê Riza bi rastî jî di dîroka têkoşîna me de di nav her xebatê de cih girtiye. Di xebatên ku dimeşand de her dem bi bandor bû, serkeftî bû. Xwedî hişmendiyeke wiha, jêhatîbûn û hêza rêxistinkirinê bû.

Ji vê hêlê ve di mezinbûn û pêşketina têkoşîna me de para wî ya mezin hebû. Di dema ku hevrê Riza şehîd bû de, berpirsiyarê komîteya me ya peywendiyên derve bû. Hevrê Riza di heman demê de dîplomatek bû.

Di derbaskirina peywendiyên derve yên ji Ewropayê ber bi Rojhilata Navîn ve û di rêxistinkirina peywendiyên derve yên bi tevgera me yên li Rojhilata Navîn de para wî ya mezin hebû. Ji ber vê yekê hevrê Riza hevalekî me ye ku em ê di dîroka têkoşîna xwe de her dem bi bîr bînin û kesayetiya wî vebêjin.

Têkiliyên mirovî yên hevrê Riza bi rastî jî pir bi bandor bûn. Xwedî kesayetiyeke ku bandor li mirovan dikir bû. Kesên ku li cem hevrê Riza bûn, ji aliyê hevrê Riza ve dihatin rêxistinkirin û bi rengekî bi bandor diketin nava xebatê. Hêzeke wî ya pir girîng di bandorkirin û çalakkirina mirovan de hebû.

Ji vî aliyê ve rêxistîner bû. Jixwe hê dema li Tuzluçayirê bibîranîna navê wî ya wekî şîrketê ji ber vê taybetmendiya wî ya taybet bû. Bi rastî jî hevrêyekî me yê wisa bû ku beriya tevlî tevgerê bibe jî hevalên xwe birêxistin dikir, li Tuzluçayirê komek ava kir û bû serokê wê komê. 

Ji Tuzluçayirê gelek hevrê beşdarî têkoşînê bûn û tevlî karwanê şehîdan bûn. Hê jî ji aliyê têkoşîna me ve cihekî Tuzluçayirê heye. Ger roja îroyîn jî Tuzluçayir li gel karektera xwe ya demokratîk derkeve pêş, ev yek bi saya xebatên ku hevrê Riza li wir mezin kirine, pêk hatiye.

Şehadeta hevrê Riza ji bo me valahiyeke mezin afirand. Hevrêyekî me yê wisa bû wê gelek tevkariya vê têkoşînê bikira. Ji ber vê yekê şehadeta wî bandoreke mezin li me kir.

Em ji şehadeta hin hevrêyan bawer nakin. Hevrê Riza jî weke hevrê Fûat ji wan hevalan e ku em ji şehadeta wan bawer nakin. Bi rastî jî bûn sedema pêkhatina valahiyeke mezin û hem jî bi rastî em ji şehadeta wan bawer nakin, wan her roj bi bîr tînin û wan fêm dikin. 

Bibîranîna hevrê Riza ya bi vî rengî ji aliyekî ve jî pênasekirin û fêmkirina partiyê û PKK’ê ye. Qalkirina rastiya milîtan a di têkoşîna azadiya gelê Kurd de ye, qalkirina rastiya kadroyê ye, qalkirina rastiya rêveberiyê ye. Ji ber vê taybetmendiyê bi rastî jî hevrê Riza ji bo me hevalekî wisa ye ku wê ji gelek aliyan ve rê nîşanî me bide û bi têkoşîna xwe bibe mînak.

Di dîroka partiyê de çawa ku kesayeta gelek hevalên me di fêmkirina têkoşîna me de xwedî pareke mezin e wê Heval Riza jî wê ji niha û pê ve vê rola xwe bilîze.  Heval Riza, li gel Hevrê Mehmet Karasungur endamtiya konseya leşkerî kiriye. Yek ji endamên yekem ên konseya leşkerî ya Tevgera me bû. 

A niha gorên wan li rex hevûdu ne. Jixwe di demek nêzîk de di salvegeraşehadeta Heval Fûat de dema ku me hevrê Fûat bi bîr anî me Hevrê Riza jî û Hevrê Karasungur jî bi bîr anîn. Bi rastî jî van hevalan mohra xwe li dîroka têkoşîna me dane.

Dema ku em hevrê Riza bi bîr tînin, em ê tu caran ew kesayetiya wî ya resen ji bîr nekin. Yek ji kesayetên resen ên Tevgera me ne. Ji ber vê yekê ez dubare bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. 

A niha şehîdên me li hemû aliyên Kurdistanê ji aliyê gel ve tên bibîranîn û xwedî li wan derdikevin. Bi rastî jî me ji vê xwedîlêderketina mezin moraleke mezin girt. Divê gelê me ji niha û pê ve weke hevrê Riza, hevrê Fûat, hevrê Karasungur, hevrê Hakî, hevrê Kemal û hemû şehîdên zîndanan hemû caran hemû şehîdên me di astên herî bilind de bi bîr bînin.

Bi vê boneyê ez dubare hemû şehîdên me bi bîr tînim. Rêber Apo hemû caran Tevgera me weke Partiya Şehîdan, Tevgera Şehîdan pênase kiriye. Şehîdên me jî jixwe li ser xeta Rêber Apo ev têkoşîn mezin kirin. Ji ber vê yekê em ê ji niha û pê ve li ser xeta Rêber Apo û şopa şehîdên xwe têkoşînê bidomînin. 

Em ê teqez bêrîkirin û xeyalên wan li Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî
Nûçeya Pişt re Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Desthilatdariyê li Sêrtê darbe pêk anî

Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û got, “Êrîşên li ser Tişrînê divê demildest bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzera OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin

Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD'ê Rûken Gulagaci di derketina ji Girtîgeha Kandirayê de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?