Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn
Kurdistan

Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn

Li gel jiyan, sekn, hesret û armancên xwe di hemû şopên ku li dû xwe hiştine de ji peyrewên xwe re bûn mînakên nemir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di tûrikê xwe de hêviyên egîdên dilçiya, kenên wan, hesretên wan û hemû heqîqeta mirovahiyê hilgirtin. Weke çiyayekî li dijî zulmê bi dilê xwe yê evîndar li ber xwe dan, di hemû pêngav û kêliyên jiyana xwe de ji bo ku bibin perçeyekî kêliyên dîrokî û navên kesên ku bûne şahidên van kêliyên dîrokî û ji bo rûmeta hemû mirovahiyê têdikoşin, li dîrokê zêde kirin.  Ew rûyên ku bi kameraya xwe dîmenên wan girtin, serfiraziya mirovahî û pêşengên siberojên azad bûn. Şehîdên leheng ên çapemeniya çiya Tûfan Serkan, Aso Baran, Şîlan Ezgî, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan dema ku bêyî navber li dû heqîqetan bûn di encama êrîşên dijmin ên dîrokên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûn û weke mîrateyekê li dû xwe bîranînên jiyaneke watedar û şopên ku tu caran neyên jibîrkirin hiştin.

Ew hem bûn nemirên şoreşê hem jî yên çapemeniyê. Mevlana dibêje ku rêzan ew derî ye ku peyrewan ber bi deriyê heqîqetê ve dibe. Bes kesên xwedî ilm û zanistê vê yekê watedar bikin. Ew her 5 ewladên Kurdistanê yên leheng jî hewl dan bibin peyrewên ku li dû heqîqetê û di hemû jiyana xwe ya şoreşgeriyê de jiyaneke derwîşane esas girtin. Ew lehêngên hêja yên ku jiyana xwe bexşandine ragihandina rastiya têkoşînê ya ji bo hemû mirovahiy re û navên xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn dane nivîsandin, pêşengên çapemeniya çiya şehîd Selçûk Şahan, Gurbetelli Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Elî Kanîroj, Arhat Ba, Jiyan Amargî, Nûjiyan Erhan, Argeş Serhed, Avrîn Mahsûm û gelêkên din mînak girtin, li ser şopa wan meşiyan û heya kêliya dawîn a jiyana xwe jî ji rastiyan veneqetiyan.

JIYAN BI RAMANÊ HONANDIN

Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji gelek aliyan ve di nava xwe de wesfên gelekî hêja dihewîne. Ev têkoşîna destanî ya ji gelek aliyan ve tê meşandin, çavkaniya xwe ji pêşvebirina gerîlayan a ji gelek aliyan ve û têkoşîna wan a di asta profesyoneliyê de digire.  Milîtanên Apoyî li gorî hewcehiyan dibin şervan, fermandar, endazyar, ragihînerên heqîqetê.  Ma kesên ku çiyayan bedew dikin û dizanin vê bedewiyê li gel hemû hûrgiliyên wê bijîn jî ne ev e? Avakirina jiyanê ya li gel hemû hûrgiliyên wê, ji bo jiyaneke ku li ser bingeheke qewî hatiye avakirin bûyîna pêşengbûna yekîtiya hest û ramanên sade, bûye cewhera jiyanê. Li gel vê yekê divê were zanîn ku jiyan gerek e. Yekîtiya ramanê, têkoşîna mirovan hundirîn û weke encameke dilsoziya ji rastiyan re jiyanê diafirîne.

BÛN ÇAV Û GUHÊN CIVAKÊ

Kesên evîndarên azadiyê, weke her tiştî di tevahiya jiyanê de jî şopên ku tu caran neyên jibîrkirin li dû xwe dihêlin. Her wiha dema ku di ragihandina rastiyan de ferq û cudahî nayê kirin û ronîkirina hemû civakê esas tê girtin, ez şop girîngtir dibin. Gelo ma pêkan e ku çapemeniya civakê agahdar dike bi çapemeniya ku ji aliyê pergalê ve bi awayên herî qirêj li dijî civakê tê dîzaynkirin û bikaranîn re were berawirdkirin? Hin vê pîşeyê bê rûmet dikin û berovajîkirina rastiyan ji xwe re weke erkekî dibînin û pêşeng û dengên heqîqetên yên çapemeniya azad jî li çiya û cihên têkoşînê yên herî dijwar bûn çav û guhên civakê. Ji ber vê yekê bibîranîna kesên li çiyayan gav bi gav li rastiyan digerin, berpirsiyariyên ku vê pîşeyê li hemû mirovan daye barkirin, careke din radixin ber çavan.

NÛNERÊN HÊJA ÊN NÛÇEGIHANIYÊ BÛN

Li çiyayan birêvebirina xebatên ragihandinê; carna di dîmena ku dikeve kadraja kamerayê de, carna  rûyên ku li gel têkoşînê bûne yek ên di wêneyekî de,carna jî di nûçeyekê de; fedekariya bilêvkirina rastiyan a bêyî kêmasî û bi awayekî xwerû ye. Ev şehîdên hêja, li hemû cihên ku dijmin rastiyan reş dikin û weke kesên ku ev xebat danîne pêşiya xwe, di nava têkoşîneke mezin de ev xebat bi rê ve birine. Rû û nirxê nejibîr ê çapemeniya çiya Şehîd Xelîl Dag, ji Ewropaya navenda kapîtalîzmê berê xwe da çiyayên azad û bi salan bingeha van xebatan ava kir û xwesteke tomarkirina hemû kêliyên jiyana gerîlayan, têkoşîna Şehîd Elî Kanîroj ku di destekî wî de çeka wî hebû û li dijî dijmin têdikoşiya û bi pênasa xwe ya di destê din de ragihandina rastiyên têkoşînê, cewhera birêvebirina pîşeya çapemeniyê ye. Ji ber vê yekê ku bilêvkirina rastiyên ji aliyê têkoşîna azadiyê ve ya li hemberî hemû polîtîkayên qirêj ên pergalê jiyaneke fedekarî, dilsozî û xebateke mezin hewce dike.

BÛN ŞOPÎNERÊN RASTIYÊ

Lê binêrin lehengên ku ji cih û warên xwe hatine û berê xwe dane welatekî azad çawa şerê azadiyê dikin. Lê binêre ku tu bibibînî ku kesên ku ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin kî ne. Ev şerê însanbûna li dijî zulmê ye. Dema ku li ser rûyên wan roniya şoreşê ya rizgariya mirovahiyê û di dilê wan de xwesteke tolhilanîna ji dijmin hebû, rastî di dilê wan de bû. Ka bibêje ma kîjan hêz û qudret dikere li pêşiya vê rastiyê bisekine… Aha ev leheng, bûn şopînerên vê rastiyê. Li çiyayên ku lûtkeyên wan li hemberî nebaşiyê bûne mekanên başiyê, dema ku şev bi dawî dibe û rojeke nû hiltê canê xwe ji bo rûmeta mirovahiyê feda dikin û hê jî dizanin ku kesên li ber xwe didin hene û hewl dan ku vê rastiyê nîşanî her kesî bidin. Kesên ku ev bi kamera, pênûs û gotinên xwe anîn ziman, ew kes in ku ji nivîsevanên dîrokê yên yekem û heya roja me ya îroyîn hewl dane ku rastiyê ragihînin.

WEKE ERKEKÎ ŞOREŞÊ DÎTIN

Tûfan, Şîlan, Aso, Azad û Firat bi vê îdealê bi rê ketin. Zehmetî bûn wesîle ku ew pîroziyên vî karî bibînin û bibin dilsozên wê. Wan, ragihandina her dilopeke xwiha kesên ku ji bo mirovahiyê têdikoşin, hemû zehmetiyên dibînin û bedewiyên afirandine ya ji civakê re weke erkê xwe yê sereke dîtin. Wan êrîşên di çarçoveya konsepta tunekirinê ya li hemberî gelê Kurd a ji Dêrsimê heya Botanê, ji Zapê heya Şenglê de û têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî wan êrîşan a bê navber û westan û tevî hemû zor û zehmetiyan jî şopandin weke erkekî şoreşê dîtin. Her yekê serfirazî û kêfxweşiya ku bi xeyalên mezin berê xwe dane çiyayên azad ji roja destpêkê û heya kêliya dawîn bi fedekariyeke mezin hilgirtin.

BÛN ZIMAN Û ÇALAKIYA RASTIYÊ

Wan hemû bedewiyên ruhên xwe li karên xwe zêde kirin. Bi xwe tecrûbe kirin ku jiyan ne tiştekî jirêz ye. Bi xwe dan îspatkirin ku di serpêhatiya jiyanê de hest, raman, xwestek û xeyal li hemberî taritiya ku dixwaze mirovan dorpêç bike meşa ber bi azadiyê ve ye û ev mayînde kirin.  Ew bûn şervanên azadiyê, fermandarên şerî û ziman û çalakiya rastiyê. Ji bajarên cuda yên Kurdistanê, ji çandên cuda hatin û xwefedakirina ji bo heman armancê weke rûmeteke mezin dîtin. Ji bo erdênehiştina mîrateya şehîdên hêja yên ragihandina çiyayan, bilêvkirina rastiyan a hemû caran û li her derê ji bo me deynekî mezin ê  rûmetê ye.

Di xala herî dijwar a têkoşîna gerîlayan de jî ji bo ragihandina vê têkoşînê ya ji hemû cîhanê re weke milîtanên çapemeniya çiyayan ên bi hemû hêza xwe li ber xwe didin, bûn pêşengên hêja yên xebatê û şehîdên şoreşê. Wan nîşan da ku divê rastî neyên veşartin û bedêla wê her çi jî be divê ji hemû mirovan re were ragihandin. Kamera û pênûsa ku me ji wan dewr girtine, wê bibin temînata azadiya hemû gelên bindest.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin
Nûçeya Pişt re Li Efganistanê erdheja bi 6.3 pileyî: Herî kêm 20 mirî, 320 birîndar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

Veysî Aktaş ê ku 10 sal li Îmraliyê bi tevahî 30 sal li girtîgehê ma,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi hinceta ku ziyaretvan hembêz kirine û tililî avêtine, mehek…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li herêmên şer lê heyî ji sedî 40’ê kesên jiyana xwe ji dest dane jin in

Yekîneya Jinan a NY'ê diyar kir ku ji ber zagonên ku jin û zarokan diparêzin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?