Bagera Dolphinê 9’ê Tebaxê roja Yekşemê li rojhilatê Çînê guhîşt bejayiyê. Rayedarên meteoroliya Çînê diyar kirin ku dema bager gihîştiye bejayiyê leza wê derketiye nêzîkî 151 kîlometreyan.
Di çarçoveya tedbîrên hatine standin de seferên hatûçûyê hatin sekinandin, li hin herêman xebat hatin rawestandin û di asta herî bilind de hişyariya hewayê hate dayîn.
Li hemberî rîskên weke lehî û hezazê li rojhilatê Çînê zêdetirî 1 milyon kes hatin veguhastin. Li herêma Wenzhou ya eyaleta Zhejiangê nêzîkî 900 hezar kes ji herêmên ewle re hatin neqilkirin û 1500 stargehên rewşa lezgîn hatin vekirin.
Hatûçû jî di asteke mezin de betal bû. Li du balafirgehên mezin ên li Şanghayê nêzîkî 1400 û li Balafirgeha Hangzhou ya li eyaleta Zhejiangê 270 sefer hatin betalkirin.
Bagerê bandora xwe heya li Hong Kong a li başûrê Çînê jî nîşan da. Li bajêr ji ber hewayê germ ê bagerê dereceya germahiya hewayê heya 36,9 dereceyan bilind bû.
BAGER BER BI HERÊMÊN NAVXWEYÎ VE DIÇE
Dolphin piştî ku gihîşt peravên lawaztir bû. Lê belê rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku wê bager di serî de li herêmên weke Zhejiang, Jiangsu û Hubei wê bibe sedema barînên zêde.
Rayedar hişyariyê didin ku dibe ku lehî rabin û hezaz çêbibin.

