Li Fransayê li ser banga sendîkayan grev û protestoyên hatine destpêkirin berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de li Strasbourgê zêdetirî 15 hezar kes meşiyan. Di çalakiya ku karker, xwendekarên zanîngehê, xwendekarên lîseyê û beşên cuda yên civakê beşdar bûn de zêdebûna buhabûna jiyanê, mûçeyên kêm û kêmbûna çavkaniyan a di xizmetên giştî de hatin protestokirin.
Meşa ku li ser banga CGT (Konfederasyona Giştî ya Kar), FO (Hêza Karkeran), CFDT (Konfederasyona Demokratîk a Kar a Fransayê), FSU (Federasyona Sendîkayên Yekbûyî), UNSA (Yekîtiya Neteweyî ya Sendîkayên Xweser) û Solidaires (Yekîtiya Sendîkayên Piştevaniyê) û gelek sendîkayan hat lidarxistin, saet di 14.00’an de li Place de la Républiqueê dest pê kir.
Di çalakiyê de daxwazên wekî zêdekirina mûçeyan, parastina mafên civakî, başkirina mûçeyên teqawidbûnê û xurtkirina xizmetên giştî derktin pêş.

