Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe
Kurdistan

Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê sala dawî gavên dîrokî avêt û got, ji bo serketina pêvajoyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di salvegera fesixkirina PKK’ê de bûyerên di nava salekê de qewimîn nirxand.

Salek di ser kongreya 12’emîn a PKK’ê re derbas bû. Di daxuyaniya we de gelek tişt bi berfirehî hate nirxandin. Piştî salekê weke gelê Kurd, gelên azadîxwaz, tevgerên jinan, em gihîştin ku derê, me astek çawa derbas kir?

Weke ku me di daxuyaniya xwe de jî bi berfirehî diyar kir, salek bi rastî têr û tijî, bi têkoşînê derbas bû. Weke tevgera azadiyê me gelek gavên pir dîrokî avêtin. Di daxuyaniya xwe de jî me ev bilêv kir. Herî zêde jin û ciwanan ev pêvajo hembêz kirin, li hemû qadên têkoşînê xwedî lê derketin. Dema ku pêvajoyê destpê kir, gelê me destpêkê di nava gumanan de bû. Bi taybetî fesixkirina PKK’ê guman di nava gelê me de ava kiribû. Weke ku PKK bi fesixkirinê re êdî tasfiye bûye û ji holê tê rakirin, fikar û guman hebûn. Bi vî rengî nîqaşê ne di cihê xwe de dihatin kirin. Di nava vê salê de gelê me hîn bêhtir ev pêvajo fêhm kir, Rêber Apo xwend û li pêvajoyê xwedî derket. Tevgera Apoyî di nava vê sala derbasbûyî de ispat kir ku tevgereke xwedî pratîkeke 53 salan e, gelek têkoşer afirandiye, jinên rêber û pêşengên vê pêvajoyê afirandiye, gelê dilsozê nirxên xwe ava kiriye. PKK tenê weke cismekî, weke partiyeke siyasî nîne, PKK weke ruhekî têkoşînê ye, zanistek e, felsefeyeke jiyana azad e û li ser esasê têkoşîna Rêber Apo hatiye damezrandin. Di nava vê salê de ev mijar baştir hate fêhmkirin. Encamên vê jî bêhtir derketiye holê.

Ji vir û pê ve bendewarî û hêviyên we çawa ne? Gelo ev pêvajo wê bi çi rengî dewam bike? Ji bo serketina vê pêvajoyê pêwîstî bi çi heye?

Di civîna çapemeniyê de jî eşkere bû; em bi xwe bi hêza Rêber Apo û bi hêza xwe ya têkoşînê, ezmûnên ku derketine holê, em pê bawer in. Em bi hêza Rêber Apo ya çareseriyê bawer in. Bêguman tenê bi aliyekî jî nabe, divê yê hemberî me jî gavan biavêje. Divê karibin çareseriyê biafirînin ku ev pêvajo bi pêş bikeve. Lê ji bo wê em ji gelê xwe û raya giştî vê dixwazin; Ev pêvajo ne pêvajoyeke welê ye ku mirov tenê weke temaşevan lê binihêrin. Ev pêvajo ji bo tevahiya pirsgirêkên civakan, gelan û herêmê pêvajoyeke çareseriyê ye. Ji ber vê jî hem banga me û hem jî bendewariyên me xwedîderketina li vê pêvajoyê ye. Her kes çi dikeve ser milê wî, divê pêk bîne. Eger bi vî rengî ev pêk werin pêvajo dikare bi pêş bikeve. Weke ku me di tevahiya daxuyaniya xwe de bal kişandin ser wê ew e ku pêvajo tenê bi statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo dikare bi pêş bikeve. Ji ber ku xwediyê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê demildest, rojek berî rojekê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ji bo Rêber Apo karibe hîn bêhtir vê pêvajoyê bi lezgînî bi pêş ve bibe û bi encam bike.

Jin divê bi çi rengî hîn bi çalak tevlî vê pêvajoyê bibin? Têkoşîna jinan di vir de xwedî zemîneke bi çi rengî ye?

Ji destpêka pêvajoyê û vir ve li her qadê jin pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin. Di vî warî de ez wê têkoşîna jinan jî bi vê munasebetê silav dikim. Bi taybetî di van hefteyên dawî de li Bakurê Kurdistanê meşek ber bi Gemlîkê ve hate kirin, ji bo balê bikişînin ser vê pêvajoyê ku êdî pêvajo hinekî hêdî bûye û tam nameşe. Ji bo wê em di wê baweriyê de ne hêza ku jin niha pêşengiyê jê re dike û asta têkoşîna jinê di vê pêvajoyê de wê hîn bêhtir bi rola pêşengiyê rabin. Di vê demê de bi taybetî weke tevgera azadî, pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ku me berê destpê kir, niha dewam dike. Di meha Hezîranê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê mijara mafê hêviyê bê nîqaşkirin. Wexta ku dane dewleta Tirk êdî bi dawî dibe. Lewma ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo bê misogerkirin divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê bê dewamkirin. Ne ku bê gotin, ‘Pêvajoyeke heye, êdî pêwîstî bi vê nîne’. Ji bo vê jî pêşengiya vê pêvajoyê careke din ji jinan tê xwestin, ji ciwanan tê xwestin. Gelê me jî divê bi pêşengiya jin û ciwanan careke din xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji bo wê em zanin ku azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye. Jin a azad, civaka demokratîk û aştî li ser vê perspektîfê dikare bê avakirin. Em bi hêvî ne. Ez careke din bibêjim; bi pêşengiya Rêber Apo hêza me heye ku em vê pêvajoyê bimeşînin. Û em dîsa jî yê hemberî xwe dawet dikin ku bi cidiyet û berpirsyar nêzî vê meseleyê bibin. Divê ji pêvajoyên beriya niha nîvco man encamê werbigirin û nehêlin ku aqûbeta vê pêvajoyê jî bibe weke pêvajoyên berê.

PKK’ê xebatên xwe yên rêxistinî da sekinandin. Berê dema ku bûyerek diqewimî her kes li bendê bû ku PKK çi dibêje. Îro ew rêxistin an jî hêza ku pêşengiyê ji gelê Kurd re bike kî ne?

Tevgera Apoyî tevgereke 50 salî ye. Ji bo wê jî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Sazî û dezgehên xwe ku di nava 50 salî de ava kiriye bêguman di vê pêvajoyê de hem li qada siyasî hem li qadên parastinê û hemû qadên din ev sazî wê kar û têkoşîna xwe bidin meşandin. Ji ber wê jî bêguman çavê her kesî niha li Tevgera Apoyî ye. Û ev tevger jî çawa ku salek e ev karê xwe daye meşandin ji vir û pê ve jî wê vê têkoşînê bimeşîne. Hem Tevgera Azadiyê di vî warî de xwedî biryar e, hem jî ev ezmûn û zanist pê re heye. Bi vî rengî em tevgereke Apoyî ya rêxistinkirî ne. Em weke tevgereke siyasî, weke partiyeke siyasî ya xwe fesixkiriye nehatiye fesixkirin. Em bi zanebûnê li hev kom bûne, em bi ruhekî li ser ferasetekê têdikoşin, em bi îdeolojî û felsefeyê dikin. Û ji aliyê çand û zimanî ve em rêxistineke bi vî rengî ne. Ev nirxên azadiyê me li hev kom dike û me bi vî rengî dide avakirin. Weke KCK di vê pêvajoyê de rol û mîsyona dikeve ser milê xwe heta ku ev pêvajo bigihêje encama xwe, wê ev têkoşîn dewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora ÎSÎG’ê: Meha Nîsanê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Şerê Ûkraynayê: Di rojekê de 186 caran şer qewimî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xarpêtê kana kromê hilweşiya

Li navçeya Xulaman a Xarpêtê kaneke madenê hilweşiya, çar karker di binê axê de man.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêbertî, bi parêznameyên xwe rêya azadiyê nîşan da’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin

Bi dehan Durziyên li Girtîgeha Adrayê girtî neş, ji bo şermezarkirina mercên nebaş dest bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Şehîd Welat dixwest bibe dengê rastiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?