Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso bi boneya nêzîkbûna salvegera Konferansa Yekrêzî û Yekîtiya Helwesta Kurdî ji ANF’ê re axivî, qala konferansê kir û ev yek anîn ziman: “Salekê beriya di 26’ê Nîsana 2025’an de konferanseke Kurdî li ser asta Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Ew konferans di encama pêşketinên ku li herêmê û bi taybet jî li Sûriyeyê de rû dane hate lidarxistin û encama keda ku ji bo yekrêziya mala Kurdî ya li Rojava hate dayîn, bû. Di serî de jî inîsiyatîfa vê gavê ya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bû û destekdayîna ji aliyê hêzên Kurdistanî ve çêbû. Rêber Apo jî bi rêya namayekê piştevaniya vê pêngavê kir û pir girîng dît. Li ser wê esasê konferansek hate lidarxistin. Ev konferans weke serkeftinekê dihate dîtin. Ji ber ku cara yekem bû ku hêzên siyasî, yên civakî û bi beşdarbûna gelek aliyên Kurdistanî û navndewletî li hev diciviyan.’’
Xerîb Hiso di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di konferansê de belgeyek derket û got: ‘’Di wê konferansê de belgeyek hate îmzekirin, di wê belgeyê de daxwazên gelê Kurd ên têkildarî yekrêziyê û yên giştî hebûn. Di encama konferansê de ji hêzên siyasî komîteyeke hevbeş hate avakirin, da ku bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re dest bi diyalog û muzekereyan bikin. Di wê demê de hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî dest pê kiribûn li kêleka wê hevpeymana 10’ê Adarê jî hebû. Di wê hevpeymanê de jî doza Kurd weke xaleke sereke bû. Xebatên wê komîteyê diyar bûn ku wê ji bo cih û mafên gelê Kurd hevdîtinên xwe bi hikûmetê re hebana, lê belê şande neçû.’’
Xerîd Hoso di nava axaftina xwe de qala metirsiyên hêzan ên têkildarî yekbûna Kurdan kir û wiha pêde çû: ‘’Hikumeta Demkî ya Şamê ne razî bû ku Kurd bibin yek, daxuyaniyên neyînî hatin dayîn. Bi yekîtiya Kurdan re, Kurd bi parçebûna axê tawanbar kir. Beriya wê jî daxuyaniyên ku zimanê Kurdan qebûl nakin, derdiketin pêş. Dema ku ev yekîtî ava bû ne rehetiyek ji bo wan û ji bo hinek hêzên li herêmê çebû. Lê belê armanca me ew bû ku em bibin wesîleya çareseriya gelek pirsgirêkan li hundirê welatê ku em lê dijîn û bi taybet jî li Sûriyeyê ku di aloziyeke pir mezin re derbas dibû. Kurd miletekî birêxistinkirî ye. Van hikûmetên desthilatdar ji hêz, tifaq û yekbûna me gelekî bi hesab bûn, eger dijmin ji tifaqa me bitirse wê demê divê em tifaqa xwe xurtir bikin.’’
Xerîb Hiso piştre anî ziman ku ji aliyê komîteya ku hate avakirin ve karek hevbeş nehate kirin û got: ‘’Wê salek temam bibe li ser li darxistina konferansê. Lê belê di warê pratikî de pêşketin çênebûn. Karekî hevbeş zêde nehat kirin, dan û standin jî pir kêm bûn. Lê belê civînên komîteya hevbeş hatin lidarxistin lê belê armanca civînên ku dihatin lidarxsitin jî çûyîna Şamê bû. Şamê jî qebûl nekir. Me fêm kir ku Şam jî siyasetekê dike û madem Şam tiştekî wisa dike, ji bo Sûriyeyê û ji bo Şamê jî ne baş e. Mafê her gelekî heye ku yekîtiya xwe ava bike. Lê belê siyaseta ku li ser Kurdan tê kirin armanca wê ew e ku siyaseta înkarê û neqebûlkirinê dewam bike û jiyana hevbeş a pêşerojê tune bikin. Dema ku bi te re hevdîtinan dike ev yek tê wê wateya ku te di destûrê de qebûl dike. Lê belê dema ku te bi awayekî perçe earçe qebûl dike jî ev yek jî tê wateya ku dixwaze îradeya te bişkîne. Lê belê îsal hinek rewş derketin pêş, hinek alî li dijî yekîtiya Kurdan siyaseta xwe dan meşandin. Lê belê divê rêya wan neyê dayîn.’’
Xerîb Hiso di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê ji bo vê pêvajoyê tekoşîn û berxwedaneke xurt were meşandin û ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin hesas e û pêwîstiyeke mezin heye ku em yekrêziya Kurdî nûjen bikin, em careke din werin cem hev û tifaqa xwe xurt bikin. Karê ku were kirin em bi raya giştî re parve bikin. Lê belê doza Kurdî bi tenê çûyîna deveran û bi partiyekê û duyan nayê çareserkirin. Tecrûbeya salan heye, Kurdek nikare bi tena serê xwe tiştekî bike. Divê em nekevin xefikan, çareseriya doza Kurdî di destpêkê de li cem me ye û eger em xwe bi xwe çareseriyê bidin pêş aliyê din mecbûr e me qebûl bike. Ji ber ku ew pevçûnek e û divê em tebikoşîn û li ber xwe bidin. Divê em di vir de hewldaneke mezin bikin, ji ber ku têkoşîna me têkoşîneke demokratîk e.’’
Xerîb Hiso piştre bal kişand ser gavên ku divê werin avêtin û diyar kir ku divê em di salvegera konferansê de careke din li hev kom bibin û wiha got: ‘’Di salvegera Konferansê de li gorî pêvajoya heyî, taybet Sûriyeyê û Rojava û guhertinên ku çêbûne û hevpeymana ku di 29’ê Çileyê de hate îmzekirin, weke gavên erênî tên dîtin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî li gorî parastina çand û xisûsiyatên xwe entegrebûyîn jî wesîleyek e. Divê em Kurd li gorî vê peymanê gavên xwe biavêjin û bi vê peymanê re em doza Kurdî bikin dozeke Sûriyeyê. Pêwîstiyek bi nûbûnekê heye, divê lêvegerek Kurdî hebe ku derfet û îmkanên me hene. Divê em Kurd dîsa werin cem hev û di salvegera vê tifaqê de em vê bikin. Di demê pêş de wê kombûnek din çêbibe, divê em bikaribin di wir de gewdeyek nû ya Kurd ava bikin û wê bibe muxatebê Rojava. Lê belê di vê çarçoveyê de em bikaribin hinek gavên nû bavêjin ku li seranserê Kurdistanê pêwîstiya me bi tifaqekê heye.’’
Xerîb Hiso anî ziman ku gelê Kurd dîrokeke nû dinivîse û got: ‘’Me hêvî dikir ku civîna li Rojava bibe bingehek ji bo yekîtiyeke neteweyî û demokratîk a Kurdan. Gelê Kurdistanê xwe ispat kir ku gelekî yekhêz û yekfikr e û piştevaniya yekrêzî û berxwedaniya gele xwe dike. Di Cejna Newrozê de yekîtiya neteweyî û demokratîk derket pêş ku gel çi qasî amade ye ji bo azadiya xwe. Civaka Kurd û gelê Kurd li Kurdistan û derveyî Kurdistanê ev yek ispat kir. Weke partiyên siyasî jî ji me tê xwestin ku em li gorî pêdiviyên vî gelî bin, ew gelê ku bi ew qasî zor û zehmetiyan re hebûna xwe ispat kiriye û dîrokek nû dinivîse. Divê êdî ji bo entegreyeke demokratîk em yekrêzî û hebûna xwe biparêzin.’’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku pêvajoya heyî hesase û divê bi awayekî lezgîn kongereyeke yekîtiya neteweyî were avakirin û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke PYD û gelek partiyên din ji bo yekrêziya Kurdî xwedî helwestek in û têkoşîneke mezin tê kirin. Têkoşîna yekîtiya neteweyî nabe taktîk, lê elê niyeteke neteweyî û exlaqî ye. Ji ber ku dema em Kurd bibin yek giştî biryara me dibe yek. Lê belê dema ku kongreyeke me ya giştî tune be û her parçeyek Kurdistanê bi rengekî cuda bifikire, wê li her parçeyekî dijmin bi awayekî destê xwe bixe nav. Ji bo ku em hebûna Kurd û Kurdistanê ji însanên nijadperest û olperest re nehêlin, divê rojekê zûtir em kongreyeke neteweyî li dar bixin ku ev jî mafekî me ye. Lê belê mixabin hinek partî bi tu awayî qala yekîtiya neteweyî nakin û ji bo wê nexebitîne jî. Ji ber wê ji bo ku em bikaribin paşerojeke baş ava bikin, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Îro Kurdistan di nava xetereyeke mezin de ye, hebûn, ziman û çanda me qebûl nakin. Dema dilê wan dixwaze dikarin di nava şev û rojekê de êrîşî Kurdan bikin. Ji ber wê jî divê ev yekîtî tavilê were avakirin û paşeroja gelekî em nîqaş bikin. Yekîtiya neteweyî navnîşana me ye û divê em li gorî wê bixebitin û yekîtiya me a bi gelan re yekîtiya demokratîk a Kurdan re pir girîng e. Di nava danûstandinên me yên bi partiyên siyasî re jî ev mijarên me yên sereke ne. Eger yekîtî tune be kesek me di qanûn û destûra xwe de nabîne. Rêber Apo di nav çar dîwaran de stratejiya paşeroja Kurdan dibîne û ji ber wê dibêje yekîtiya Kurdan pir girîng e. Eger yekîtiya Kurdan çêbibe aramiyek mezin wê çêbe. Wê jiyana hevbeş a bi gelan re xurtir bibe û rê li pêşiya dijminatiya were girtin. Lê bwlê eger yekîtî çênebe wê êrîşên li ser me zêdetir bibin. Ji ber wê jî divê tavilê kongreyek were lidarxistin û karek hevkar were kirin.’’

