Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em Êzidiyên ku di fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de jiyana xwe ji dest dan hemûyan bi hurmet bi bîr tînin. Gerîlayên ku dest li êrişa qirkirinê ya DAÎŞ’ê ya li Şengalê werdan û di pêşîgirtina li komkujiyê de şehîd bûn, hêzên parastinê yên Şengalê yên şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînin.
Hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn di herikîna dîrokê de gelek caran ferman li Êzidiyan rakirin, ji bo qirkirinê êriş kirin. Baweriya Êzidiyan tenê di nava Kurdan de afirî û belav bû. Li gel fermanan hemûyan jî heta niha hebûna xwe dewam kirin.
Êzidî weke xwediyê yek ji baweriyên herî qedîm ê dîrokê nirxên xwe yên civakî gihandin heta vê rojê. Weke baweriya herî kevn nirxên çandî yên bingehîn ên Kurdan parastiye. Lewma Êzidî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo mirovahiyê mîrateyeke dîrokî ya mezin e. Paşverûtî û tundrewiya hişk a olî êriş birin ser Êzidiyan û bi vî rengî êrişî tevahiya mirovahiyê kirin. Ev êrişa ku DAÎŞ’ê li dijî tevahiya mirovahiyê kir, nîşaneya wê yekê ye bê fermanên ku di dîrokê de li Êzidiyan rabûn çiqasî giran e.
Rêber Apo zanîbû ku Êzidî nirxekî çandî-dîrokî ye, fermanên li wan rabû bi kûrahî hîs kir, lewma timî ferman da PKK’ê ku Êzidiyan biparêze. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gotibû, wê êrişê bibin ser Êzidiyan, divê hûn Êzidiyan biparêzin. Eger îro hebûna Êzidiyan li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê tê naskirin, di vir de para Rêber Apo gelekî mezin e.
Beriya ku DAÎŞ êriş bike gerîlayan bi banga Rêber Apo berê xwe dan Şengalê. 12 gerîla weke koma destpêkê gihîşt Şengalê. PDK’ê kemîn danî pêşiya gerîla û 3’ê gerîlayên HPG’ê dîl girtin. Gerîlayên din jî li çiyayê Şengalê bi cih bûn, dema ku DAÎŞ’ê êriş kir dest lê werdan û Êzidî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin.
DAÎŞ bêyî ku li astengiyekê rast bê ket nava Şengalê, bi hezaran Êzidî qetil kir û avêt nava gorên komî, bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran Êzidiyan nayê zanîn.
Gava ku DAÎŞ’ê êriş kir, pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku li ber xwe rabe Şengal terikandin. Hêzên artêşa Iraqê yên li derdora Şengalê jî li ber DAÎŞ’ê ranebûn. Ji ber ku Êzidî xwedî hêza xweparastinê nebûn, bêparastin man. Eger gerîlayan dest lê wernedabûna, eger ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan gerîlayan bi lez ber bi Şengalê ve nebeziya bûna, fermana 74’an dibe ku encameke hîn trajîk bi xwe re bianiya. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG-YJA Star û YPG-YPJ’ê yek ji destwerdanên herî mezin ên rizgarkirinê yên dîrokê kirin.
DAÎŞ piştî ku li Kobanê derba giran xwar, li Şengalê bi destwerdana hêzên gerîla re ji Şengalê hate derxistin. Şengal ji wê rojê û vir ve bi xwerêveberî û hêzên xweparastinê re yekemcar gihîşt wê astê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve. Îro bi meclîs û hêzên xwe yên xweparastinê parastina xwe dike. Fermana 74’an nîşan da ku divê Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê be. Ji ber ku eger xweparastina wan hebûya wê li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe bidan û ferman lê ranebûya. Fermana 74’an xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan rewa kir. Her cûre exlaq û wijdan vê yekê ferz dike. Feraseta siyasî ya demokratîk vê yekê ferz dike.
Êzidî dixwazin weke parçeyekî Iraqê bi têkiliya bi federasyona Kurdistanê re xwedî xwerêveberî û xweparastinê bin. Ji bo vê jî bi salan e bi hikumeta Iraqê û hêzên leşkerî re di nava têkiliyeke nêz de nîqaşan dike û hewl dide pirsgirêkan çareser bike. Lê belê ji ber hin astengî û zextan hikumeta Iraqê hîn jî stauya xwerêveberiyê bi fermî qebûl nekiriye ku mafên xwezayî yên bingehîn ên Êzidiyan e. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em her tim alîgirê lihevkirina Êzidiyan a bi Iraqê re ye û me xwest ev pirsgirêk bê çareser kirin. Ji niha û pê ve jî ji bo pirsgirêkên Êzidiyan ên bi Iraqê re bê çareserkirin em ê bibin alîkar.
Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li hemû Êzidiyên li Şengalê dikin ku fikrê xwe, meyla xwe ya siyasî çi dibe bila bibe di nava yekîtiyê de bin, xwerêveberî û xweparastina xwe bi hev re misoger bikin. Em piştgiriyê didin wan ku bi lihevkirina bi Iraqê re pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe ku baweriya herî qedîm a dîrokê ye, ji bo jiyana demokratîk û azad a ji xwerêveberiyê ya Êzidiyan bê misogerkirin, ne tenê Kurd divê tevahiya mirovahî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di salvegera fermana 74’an a 3’ê Tebaxê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, hemû dewletan û hêzên siyasî dikin ku qirkirina Êzidiyan qebûl bikin û pêwîstiyên vê yekê bi cih bînin.”

