Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Diyar Xemgîn (Mihemed Toprak) ku di 9`ê Kanûnê sala 2025`an de şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik merasîmek lidar xist.
Piştî ku şênî cenazeyê şehîd Diyar Xemgîn ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê wergirt, ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ketin û li pakrewangehê bi sedan kesî cenaze pêşwazî kir.
Merasîmê bi toreneke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê hevalên şehîd Xalid Koçer axivî û wiha got: “Şehîd Diyar şervanekî bi cesaret bû, li ser şopa şehîdan meşiya û di xetên pêş de ji bo pêkanîna azadî û edaletê ji bo gelê Kurd her dem di nava berxwedanê de bû. Şehîd Xemgîn wesiyeta hevrêyên xwe yên şehîd pêk anî.”
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed, jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Divê girêdana me bi xwîna şehîdan zêdetir bibe, ev şehîd canê xwe ji bo xaka welat û serkeftina gelê xwe pêşkêş kir, divê em li ser şopa wan bin.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Diyar Xemgîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd Diyar bi tilîliyan li Pakrewangeha Şehîd Xebat a li Dêrikê hat veşartin.

