Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, dikandarên Kurd ji ber helwesta xwe ya li hemberî salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, ketine ber xezeba Supayê Pasdaran. Rejîma Îranê bi binçavkirin, gef û morkirina dikanan gef li dikandaran dixwe.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, li ser zext û gefên Supaya Pasdaran ku li dijî welatiyên Kurd tên meşandin, raporek weşand.
Di raporê de, hat destnîşankirin ku piştî pêla mezin a grevên giştî yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê û Supaya Pasdaran dikanên Kurdan yek bi yek mor dikin da ku tola grevê ji wan bistînin. Her wiha bi zext û zora belgenameyên nivîskî bi wan dane îmzekirin daku careke din piştgiriya ti grev û serhildanan nekin.
Li gorî nûçeyê, Dezgeha Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran bi rêya telefonê ji bo îfadegirtinê bang li dikandaran kirine û bi vekirina dosyeyên qanûnî û darizandinê gef li wan xwarine.
Tê gotin li hemberî zextan dikandarên ku dengê xwe derdixin û nerazibûnan nîşan didin, li ber çavê xelkê têne êşkencekirin.
Li gorî heman raporê, li bajarê Kamyaran zextên ewlehiyê gihîştine asta herî jor; li wir bi kêmî ve şeş dikan ji aliyê endamên Wezareta Îstîxbaratê ve hatine girtin. Tê gotin gelek dikandar hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Li bajarê Sine jî çarenûsa dikandaran ne cuda ye. Li wir jî bi kêmî ve çar dikandar hatine binçavkirin, gelekên din jî li navendên çavdêriya giştî û di bin siya gefan de kaxizên teslîmiyetê bi wan dane îmzekirin.

