Berdevkê Serokkomariyê Bayo Onanuga diyar kir ku ji kesên hatin rizgarkirin 163 jê destpêka salê li gundê Woro yê eyaleta Kwarayê, 145 ên mayî jî li eyaleta Nigerê hatibûn revandin. Hate ragihandin ku dîlgirtî ji kampeke li daristana Parka Neteweyî ya Gola Kainjiyê hate rizgarkirin.
Serokkomar Bola Ahmed Tibunu got, “Di nava rojekê de hate kirin û operasyoneke mezin a rizgarkirinê bû” û hêzên ewlekariyê pîroz kir.
Li herêmê bakur û navîn ên Nîjeryayê bi armanca fîdyeyê gelek bûyerên revandina mirovan diqewime.
Meha Sibatê li gundê Woro yê eyaleta Kwarayê di êrişekê de zêdeyî 150 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, gelek kes jî hatibûn revandin.

