Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû
Kurdistan

HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû

HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû ku gelekî bi wêrek û bêtirs bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Ewladê leheng ê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarê pêşeng ê Serfiraziya Kobanê ya Dîrokî, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê hevrêyê me Cemşîd Elî Esker 14’ê Nîsana 2018’an li qada Glîdaxê ya Serhedê şehîd bû. Em fermandarê xwe yê pêşeng hevrê Cemşîd bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, di şexsê hevrê Cemşîd de soza xwe ya dilsozî û serketinê ya dane şehîdên xwe yên ezîz dubare dikin.

 
Hevrê Cemşîd weke bi hezaran hevrêyên me ku li hemberî komploya navneteweyî bedena xwe kirin çeper, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala 1999’an tevlî nava refên PKK’ê bû. Li ser xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî xwe şareza kir û heta fermandariya tîm, taxim, herêm û eyaletê bilind bû. Ji ber pratîka xwe ya serketî, gerîlatiya xwe ya bi hostatî, sekna xwe ya fermandariya mînak û milîtaniya xwe ya şareza, her tim bi wezîfeyên mezin rabû. Hevrê Cemşîd fermandarekî me yê dilnizm, xwîngerm û li refên herî pêş ên têkoşînê bû. Bi kesayetiya xwe dilpak û sekna xwe ya li nava jiyanê fedaiyekî Apoyî yê esîl bû ku hînî me kir ku divê em çawa bijîn û têkoşîneke çawa ya şoreşgerî bimeşînin. Hevrê Cemşîd dewama egîdên Kurd bû ku bi rastî wêrek bû, bi tirsê nizanîbû. Lehengek bû ku li ku şer hebûya dibeziya wê derê, li her devera ku lê bû bi rola xwe radibû, bi ser diket û ber bi serketinê ve dimeşiya. Ji roja ku tevlî bû heta bi roja şehadetê 20 salan bêrawestandin meşiya, ji sekna xwe ti carî tawîz neda, ji armanca xwe dûr neket, timî bi tempoyeke bilind pratîk kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrê Cemşîd bi fîzîkî di nava me de nebe jî mîrate û bîranîna wî li deşt û çiyayên Kurdistanê, li nava dilê me wê timî hebe. Ciwanên leheng ên gelê Kurd wê bidin ser şopa Cemşîdan, têkoşîna wî mezin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin ku armanca herî mezin a hevrê Cemşîd bû.

 
Li ser vê bingehê em ji malbata hêja ya hevrê Cemşîd, ji xelkê me yê Kobanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz hemûyan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a hevrê Cemşîd bi serketinê tacîdar bikin û ruhê wî şad bikin.
 
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cemşîd Elî Esker bi vî rengî ne:

Nasnav: Cemşîd Elî Esker
Nav paşnav: Sûltan Mahmût
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Razde-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Nîsana 2018 / Serhed

Hevrê Cemşîd li navçeya Bab a Helebê li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz ji dayik bû û mezinê şeş xwişk û bira bû. Heta dibistana navîn xwend û hewl da xwe ji îdeolojiya faşîst a rejîma Baasê biparêze. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û xizmên wî tevlî nava refên PKK’ê bûbû, Wî jî xwest zû tevlî nava PKK’ê bibe. Lê belê ji ber ku temenê wî biçûk bû, her carê serlêdana wî ya ji bo tevlîbûnê nehate qebûlkirin. Hevrê Cemşîd heta ku gihîşt temenê xwe yê ciwantiyê, li nava karên ciwanên şoreşger welatparêz xebitî. Sala 1999’an dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî hate kirin, êdî ti tiş li pêşiya hevalê Cemşîd nikarîbû bibûya asteng. Ji bo komploya navneteweyî parçe bike û azadiya Rêber Apo pêk bîne di sala 1999’an de li gel pismamê xwe hevalê Soro – Fûat Mahmût tevlî nava refên PKK’ê bû. Hevalê Soro piştre di nava têkoşînê de 9’ê Adara 2006’an li qada Çiyayê Bizina yê Gabarê di çalakiya êrişê ya wêrek a li hemberî operasyona dijmin de dema ku çeper ji holê radikir di şer de şehîd bû.
 
https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2006-ehitlerimiz/item/230-soro-fuat-mahmut  
 
Hevrê Cemşîd li Qendîlê beşdarî nava perwerdeya destpêkê ya gerîla bû û ji sala 1999’an heta 2003’an li vê derê gerîlatî kir. Beşeke girîng a tecrûbeya gerîlatiyê li nava tabûra yek ji fermandarên efsanewî hevrê Sari Îbrahîm – Ramazan Toptaş wergirt. Ji tecrûbe û danheviya gerîlatiya mezin a hevrê Îbrahîm sûd wergirt, xwe li ser vê bingehê perwerde kir û bi pêş ve bir. Di sala 2000’î de li Qendîlê beşdarî şerê parastinê bû, danhevî û agahiyên xwe li qada şer ceriband.

 
Li dijî xiyanet û tasfiyekariyê li ser xeta milîtaniya Apoyî sekneke bêteredût nîşan da, di her kêliyê de têkoşîn bilind kir û ji xwe re kir esas ku ji kêliyê û demê re bibe bersiv. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li hemberî êrişên li ser Tevgera Apoyî û li dijî xiyanetkariya namerd pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û sala 2003’an derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Ji sala 2003’an heta 2009’an li hemû herêmên Eyaleta Erzîromê kar kir. Bihostek xak nehişt ku lê xwêdan nerijand, ked neda. Li Eyaleta Erzîromê di nava şert û mercên zehmet de bi rengekî çalak beşdarî Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an dîrokî bû û weke milîtanekî pêşeng bi rola xwe rabû. Li Eyaleta Erzîromê taktîkên êriş, kemîndanîn, birîna rê, sabotajê bi rengekî dewlemend bi kar anî û beşdarî gelek çalakiyan bû. Di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya fedaî ya Apoyî li pêş bû û veguherî fermandarekî ku bû hevrêyê hevrêyên xwe. Hevrê Cemşîd sala 2004’an di kemîneke dijmin de birîndar bû. Birînên xwe bi lez û bez pêça û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî ji cihê mayî dewam kir, performansa xwe bilind kir û pêşengî û fermandarî ji gelek çalakiyên serketî re kir. Hevrê Cemşîd bi wêrekî, jîrbûn, çalakbûn û rêbaza xwe ya pêngavî gelek êrişên dijmin pûç kir û derb li dijmin xist. Hevrê Cemşîd tecrûbeya xwe di nava şerê giran de qewîn kir, ji dendikê xwe gihand û bû Apoyiyekî fermandar.

 
Hevrê Cemşî sala 2009’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, sala 2010’an li Akademiya Hakî Karer perwerde dît. Piştî perwerdeyê tevlî ewlekariya yek ji hevalên me bû ku yek ji kadroyên damezrîner ê partiya me PKK’ê bû. Heta sala 2012’an li Xakurkê, Zap, Metîna û Heftanînê karên cuda kir. Ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve ji pêşengên PKK’ê gelek tişt hîn bû û xwe şareza kir. Ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê bersivê bide Şerê Gel ê Şoreşgerî yê sala 2012’an careke din derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Vê carê weke endamekî Fermandariya Eyaleta Erzîromê wezîfe wergirt û bi çalakiyên bi bandor rola xwe bi xurtî bi cih anî. Hevrê Cemşîd ku bi hişmendî û baweriyeke mezin ji dil dilsozê Rêber Apo bû, hewl da pêvajoya ku Rêber Apo sala 2013’an da destpêkirin fêhm bike û di vê çarçoveyê de tevbigere. Ji xwe re kir esas ku pratîk û karên xwe li gorî rêya ku Rêber Apo nîşan da bi rêxistin bike û hêjayî şehîdan be.

 
Sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser Kobanê, Tevgera Apoyî û gelê Kurd ê welatparêz seferberî ragihandin û berxwedana li Kobanê mezin kirin. Hevrêyê me Cemşîd jî ji bo nehêle xaka lê ji dayik bû di bin lingê çeteyên faşîst de bieciqe û gel bê qirkirin ji Erzîromê bi rê ket. Di asta herî krîtîk a Berxwedana Kobanê de li gel tîmek ji hevalên xwe ji Eyaleta Erzîromê tevlî Berxwedana Kobanê bû û bi roleke gelekî girîng rabû. Di serî de Şivan gever, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan, Rêzan Amed li gel bi sedan lehengan mil bi mil li dijî hêzên DAÎŞ’ê yên ku Kobanê dorpêç kiribûn çalakî kir. Tecrûbeya xwe ya gerîla û asta taktîkî ya bi salan li kobanê ji bo meşandina şerê gerîla bi xurtî bi kar anî. Di çalakiyên dorpêçkirina dijmin û lêdana ji nişka ve ku dijmin qet ne li bendê bû, di asta pêşengiyê de rol lîst. Şikestina DAÎŞ’ê, derba destpêkê û destpêkirina qedandina DAÎŞ’ê bi vî rengî pêk hat. Hevrê Cemşîd piştî Serketina Kobanê ya Dîrokî pêşengî ji pêngavên rizgarkirina qadên Minbic û Tebqayê re kir û tevkariyên mezin li Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir.
 
Hevrê Cemşîd piştî ku mîsyona xwe ya ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi cih anî, sala 2016’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2017’an li Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz beşdarî perwedeyê bû. Li Ocaxa PKK’ê ku karê perwedeyê yê herî payebilind ê rêxistina me ye, ji bo wezîfeyên xwe yên demê bi ser bixîne gelekî kûr bû. Hevrê Cemşîd piştî ku perwerde qedand weke Fermandarê Eyaleta Erzîromê hate tayînkirin û careke din berê xwe da bakur. Di pêvajoya derbasbûna Erzîromê de ji bahîza 2017’an heta bihara 2018’an li Eyaleta Serhedê ma. Dema ku li Serhredê bû xwe weke mêvan nedît, bi berpirsyariya şoreşgerî ya bilind beşdarî têkoşînê bû. Li vê derê pêşengî ji lidarxistin çalakiyên bi bandor re kir û tevkariyên girîng kir. Li Glîdaxê 14’ê Nîsana 2018’an di encama êrişa dijmin de şehîd bû tevlî nava karwanê nemiran bû.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin
Nûçeya Pişt re Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê wê festîvala duyemîn a Şehîd Berçem bê lidarxistin

Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn dem û cihê festîvala duyemîn a şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê

Ji aliyê Stêrk TV

Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses

Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?